Bê penîrê sîrik nikare bijî

?owmena dînomîno û lotikvana agirpêketî Lady Gaga, bi ?owên xe yên dûrî aqilan tê naskirin û tirrê ji zilaman berdide. Xanimê hingî dike çirik û virik, zilaman bê eraq serxwe? dike û girêza devê wan 25 metroyan diherikîne.

Werhasil, dibêjin Lady Gaga, ji çapemenîyê re daye zanîn ku berî derketina ser dikê heta penîr nexwe hedana wê nayê, bê penîr nikare lotikên germik û nermik bavêje.

Gaga dibêje:“12 mêrên min ji min berdayî bin, heta ez penîr nexwim nikarim lotikên germik û nermik bavêjim û zilaman dînomîno bikim. Bi taybet penîrê bi sîrik min dîn û har dike û enerjîyek mezin dide min“ û peyamek ji Botîyan re? and.

Îcar mizgînîya min li Botîyên Colemêrg, Cizîr û Behdînanê be, law bilezînin û Lady Gaga bê penîrê sîrik nehêlin qurban. Wa xanim Gaga dibêje „penîrê sîrik enerjîyek mezin dide min“. Îcar vê fersendê nerevînin Botînoooooo, law her kîloyek penîrê sîrik bi lotikek Lady Gaga ye ellawekîl. Heçê bixwaze tam û lezîza lotikên Lady Gaga xanimê biceribîne, kîloyek penîrê sîrik bidinê û we î? pê tunebe. Bi dîn û îman wê doxînê li we biqetîne û hûn sax…..

About The Author

3 thoughts on “Bê penîrê sîrik nikare bijî

  1. Law bi xwedê ez nizanim ku chima Lotikxanê besha xatunên agirpêketî li jêr daniye u bê heqqiyê li wan dike haaa. Yaw heger demoqrasiya demoqratîk cîmriyetê makeqanuna we pêk tîne, de chima hun mafê van agirpêketiyan dixwin u wan ji chavan dur di bin fotoyên Xelo u Celo da vedishêrin qerdashim? Ma di demoqrasiyan da her tisht bi dor nîne hiii? Yaaa rebbîîî, tu Lotikxanê bîne ser makeqanuna kitabên xwe lo!

  2. Yaho Kak Berzan ne xuyaye.Kak Berzan..!!! Kakîiiii !!! .Bawerim ji ber van wêne û dimenna feqîro ji da?rê dernakeve 😀 ehu ehu

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.