Jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê gihan hev û lotikek bi navê “Konferansa Netewî ya Jinên Kurd” avêtin. Ev lotika pîroz ji alî Tevgera Demokratîk a Jinên Azad ve hat avêtin û 140 jinên Kurd be?dar bûn.
Ji bakur, ba?ûr, rojhilat û rojava jinên me yên germik û nermik be?darî konferansê bûn û lotikên pîroz avêtin, serê mêrên Kurd bera ber wan dan.
Îcar ez ji we dipirsim gelî lotikvan û doxînsistan:
Madem jinên Kurd karin bên cem hev û konferansek netewî pêk bînin, çima mêrên Kurd xwelîya heft gundan li serê xwe û partîyên xwe nakin û nikarin konferansek netewî pêk bînin ha? Law ma hatina cem hev û pêkanîna konferans an kongreyek netewî ewqas zehmet e keko? Ma hûn wek jinan jî nayên?
Werhasilî kelam, jinên Kurd carek din li çirra mêrên Kurd xist û qûça wan rakir. Heger birastî mêrên Kurd di doza Kurd û Kurdistanê de samîmî û dilpak in, bela berjewendîyên xwe yên ?exsî û rêxistinî deynin alîyekî, konferans an kongreyek netewî li dar xin, bibin yek û tirrê ji dijminên xwe berdin.
Yan na, bela ji jinên Kurd ?erm û fedî bikin û çarîya wan bidin serê xwe û hûn sax…
Amed