Aferîn cîgerim!

Hûn zanin, kî çi dibêje bela bêje, bi dîn û îman ev Kasimpa?alî Receb heye ya, aha ew qerasê mêran wek boxê berana ye ellawekîl. Tam Kasimpa?alî ye yanî....

Hûn zanin, kî çi dibêje bela bêje, bi dîn û îman ev Kasimpa?alî Receb heye ya, aha ew qerasê mêran wek boxê berana ye ellawekîl. Tam Kasimpa?alî ye yanî. Hem bi bejn û bala xwe, hem bi me?a xwe û hem jî bi lotikên xwe.

Kesî di dîroka komara Tirkiyê de dîtiye ku general, serokê meclîsê û serdarên artê?ê hatibin darizandin? Bawer nakim. Lê cîgerim Tayyîp daye bin dûvê wan û ha ha pêl serê wan dike dînime îmanime..

Di meclîsa Tirkiyê de ?er û pevçûnên li ser guhertina makzagona Arnawût Kenan Evren didomin. Herçiqasî MHP, CHP û carna jî partîya me DTP li dij derdikevin jî, lê cîgerim Kasimpa?alî hesabê wan bi qirû?ekî nake û yek bi yek xalên makzagonê dide guhertin. Meselen xala 19 an.

Xala 19 an jî ji meclîsê derket û hat qebûlkirin. Çiye ev xala 19 an?

Pi?tî qebûlkirina vê xalê, wê serekerkanê artê?ê, serokê meclîsê û serdarên bilind ên artê?ê karibin di dîwana bilind de bên darizandin û qû? li wan biqete. Yanî, heger serekerkan û ewên din rojek ji rojan lotikek neinsanî bavêjin derûdorê, wê dîwana bilind bi qerpika stuyê wan bigre û wan biki?ki?îne dadgehê, doxînê li wan daxe heta bi kabokê.

Îcar ka bêjin qarda?im, ma ev lotika Kasimpa?alî Receb ne lotikek pîroz û bimbarek e babam?

Bi ?e? telaqên jinberdanê ezê ji bo vê lotika wî ya pîroz desteyek gulên sor bikirim û li ber devê derîyê wî bikim ristik, ihi!

Yan na?

Stenbol

Categories
Kadîn
3 Comments on this post.
  • Qijikê Dêrsimê
    27 April 2010 at 23:49

    Law cîgerim Qasimpashalî, law oxlim bila helal be ji te ra ellawekîl. Aha gurchikê mino, aha lo baskê min jî bigire u heta dawiyê bike wan kunek u kuchikên xwe yên dolheram heyatim.

  • hasan ciziri
    28 April 2010 at 15:00

    Weleh ev disibihe prozessa Cumuhriyet demokratik. Bi telaq ez weca siyaseta Cumuhriyet demokratik destek dikim. Aha weca min Basqan fam dikir ha. ger ev turk bibin demokratik u tutisht di deste arteshe nemine, wi caxi rola arteshe namine, u mesele automatik dibe siyasi, ne leshkeri. wi caxi dibe ku caresiriya kurda bi diplomasiye be careserkirin.

    ez ve gave piroz dikim

  • Mirz
    6 August 2010 at 01:51

    hûn mina gelê dêrsîmê:) .. wexta hijmar nêzik dikeve dêrsimlî dibêjin ka ewê niha ereba buzdolav û xalîflex a were em ji xwere malê ?ên bikin. ?erme û herame kûro. mirov puxan a nade ker û kerdo?ana

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...