Ma gelo rast e, ya staaarrrrrrrr!

Pismamê me Prahlad Janî yê 83 salî, lotikek ewqas mezin avêt ku ne dikeve serê zarokan û ne jî mirî?k pê bawer dibin.

Prahlad Janî, bi serê çêlekên Hindistanê sûnd dixwe ku ev 70 sal in xwarin nexwariye, av venexwariye û tenê bi „Yoga û enerjîya medîtasyonê“ li ser lingan maye.  70 sal bê xwarin û vexwarin haaaaa!?

Îcar ev lotika bêîman dikeve serê we yabo?

Li ser vê lotika pismamê me, doktorên Înstîtuya Fîzyoloyîya Netewî Dr. G.  Îlavazahagan, pismamê me rakiriye nexwe?xanê û dest bi lêkolînan kiriye.

Rayedarên înstîtuyê rabûne çend qamera di oda wî de bi cîh kirine û her halê wî kontrol dikin. Dibêjin rebenê pismamê me ne dixwe, ne vedixwe, ne diçe avdestxanê û ne jî tirr û fisan dike.

Ti?tê em zanin sînorê birçîbûnê herî zêde 70 – 100 roj in. Lê 70 sal?

Îcar hûn bi qedrê Mahatma Gandî û çêlekên Hindistanê kin, hûn ji vê lotika qerase bawer dikin?

New Delhî

About The Author