Ahê cîgerim ba?qan jê re nema

Hikûmeta cîgerim Kasimpa?alî Receb, ev tirr ji Korgeneral Engîn Alan re jî nehi?t û da bin dûvê wî, ew da girtin. Engîn Alan ê ku serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan ji Kenya anîbû Tirkiyê, dîn dijminê Kurdan bû û bi sedan Kurd bi emrê wî hatibûn ?ehîdkirin.

Axir, cîgerim Kasimpa?alî Receb û hikûmeta xwe, lotik li ser lotikan li general û meneralên dewleta Tirko dixe û tirrê ji wan berdide ellawekîl. Lê rebeno dike nake dîsa jî nikare xwe li ber dilê BDP ?êrîn bike yaw, wey weleddddd cîgerim Receb!

Birastî ez hîna jî fahm nakim ka çima partîya me BDP dijminatîya Kasimpa?alî û hikûmeta wî dike ha. Law ma dijminê dijminê me ne dostê me ye babam? Ma wê rebeno ji wilo zêdetir lotikên çawa bavêje yaw, wey!

De neyse canim, tu bela ev tirr ji Engîn Alan re jî nemabe û bes…

Tirkiye

About The Author

One thought on “Ahê cîgerim ba?qan jê re nema

  1. Chima BDP, ango PKK u sayin bashqan ji qasimpashalî Reco ewqas aciz in, hun dizanin cîgerlerim? Ji ber ku qasimpashalî Reco u partiya wî di siyasetê da ji BDP u PKKê pir pêsht ye. Ne BDP u ne jî PKK bi reforman kêfxwesh dibin. Bi van reforman pirsgirekên milletê kurd bi hêdîka chareser dibin u ev jî kurdan ji bin nîrê BDP u PKKê derdixe u wan jî bêhêz dixe. Bêshik BDP u PKK tahlukeya ku AK Partî wan bi van reforman tasfiye bike dibînin. Loma jî carina bi provakasyonan dixwazin ku leshkeran derbixîn pêsh. Chi dibe bila bibe, îro nebe jî heta deh salan êdî BDP u PKK chîrokeke bê mahne u bê wate ne. Ez dibêjim derbeya herî mezin ya li dijî PKK u BDPê jî dê „di qanuna esasî da zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê“ cîh kirine. Bi vê reformê xwedê jî were nikare PKKê tunebunê xelas bike. Loma ne BDP u ne jî PKK u sayin pir mezin bashqan her tim tishtên din yên puch davêjin pêsh, lê zimanê kurdî qet naxwazin bixin rojevê. Jibo vê yekê jî zimanê tirkên dolheram tirkî di nav chavên kurdan da shîrîn u bê guneh nîshan didin, da ku bila kurd berê xwe nedin kurdî u ew hestên netewî dernekevin pêsh. Ji ber vê ye ku herkes dibe „îlkel mîlliyetcî“ u nizanim chi quzul u qurt cîgerlerim. Êdî BDP u PKK di siyasetê da li cem CHP u MHPeya tirkan yên nijadperest u fashîst shuna xwe girtiye, wekî ku Ehmed Tirk jî berî chend rojan ev rastiya îtîraf kiribu. Hay ji xwe heben qerdashim.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.