Wey weleeddd xalê Mûsa!

Hûn zanin, xalê me Mûsa Eroglû hunermendekî naskirî û di ser xwe re ye. Stranên ewqas xwe? çêdike ku nayê gotin, stranên wî ji ?orba nîskê jî xwe?tir in ellawekîl.

Axir, em ?orba nîskê deynin alîyekî û bên ser mesela diz û kele?an.

Dibêjin li Enqerê diz ketine mala xalê me Mûsa Eroglû, 3 hezar euro û tembûra wî dizîne. Xalê me Mûsa ji polîsên Enqerê re gotiye.“Ez di nava peran de bimîzim, pere ne ti?tek e, lê xwezî tembûra min nebiribana û hew, evan bêbavan ez bê tembûr hi?tim“ û li ber xwe û tembûra xwe ketiye.

Ez serê we neê?înim û nekim wek dahola ?emoyê mitirb, niha xalê me Mûsa Eroglû bê tembûr maye û nikare stranan çêke gelî xwendevann. Heçê tembûrek zêde di mala wî de hebe û nede xalê me Mûsa, jina wî jê berdayî be û hûn sax…

Law ma hozan karin bê tembûr bijî babam? Zû tembûrekê ji xalê me re bi?înin berî go xwe harakîrî bike..

De qurban de….

 Enqere

About The Author