Kursîyê serokatîyê vala ye, wernêêêêêê!
Gelî birader, rew?enbîr, nivîskar û hunermendên Kurd!
PEN a Kurd di navbera 21 û 23 ê Gulanê de li nêzîkî bajarê Bonnê kongra xwe li dar dixe û deriyê kongrê hetanê pi?tê ji bo hemi rew?enbîr, hunermend û nivîskaran re vekiriye.
Yê ku di dilê wî/wê hebe ku tev lê bibe, navnî?an di malpera Pena Kurd de heye. http://www.pen-kurd.org/
Ji hêlekê ve Dr. Zerde?t Haco serokê PEN a Kurd, ji hêlek din ve Mamoste Mistefa Re?îd endamê navenda PEN a Kurd, ji hêlek din ve jî Bêrîvan Doskî daw û delingên xwe hildane û derî bi derî li deriyên nivîskar û rew?enbîrên Kurd dixin ji bo wan vexwendî kongra PEN a Kurd bikin û kongreke bi hi?met li dar bixin. Ger meriv bextê xwe xera neke, ev pênc meh in bêrawestan ev camêr vî karî dikin.
Ev hêja dibêjin: „Bi sê telaqên jin berdanê yê ku bê û tev li kongrê bibe, deriyê dilê me heya bi dawiyê jê re vekiriye û ger kursî di salona kongrê de nemînin emê wan li ser herdu re?ikên çavên xwe rûnînin. Kî bixwaze bibe serokê PEN ê jî em tev, emê jê re li çepikan xin.
Wekî din jî dibêjin yên ku rexneyên wan li PEN a Kurd hebin, bera kerem bikin werin Kongrê û rexneyên xwe li wir bikin, ti?tên ku dixwazin di rêbaza penê de bên guhertin bera pê?neyaz bikin û emê li ser herdu çavên xwe pê?kê?î pilatformê bikin. Îca ew û ?ensê xwe dimînin.
Gelî biraderên hêja û nivîskarên qedirgiran, vê firsetê bernedin û herin kongra PEN ê. Binerin pi?tre gazin û mazinan ji tu kesî nekin û nebêjin çima filankes û bêvankes bûye serok yan jî endamê navenda PENê ha. Ku di dilê we de serokatî, endametî yan jî ti?tên din hebin derî li ber we vekiriye û hûn sax.
Li melê bangdan û li me jî gotin babam. Îca hûn bi kêfa xwe ne, nebêjin Lotikxanê ji me re negot û me serokatî ji destê xwe revand.
Almanya