Kerekî du ker zewicandin

Wek me berî niha jî nivîsandibû, li bajarê Mûglayê Tirkê bi navê Enver Yalçin nî?ana herdu kerên xwe çêkiribû û amadekarîya daweta wan dikir. Lê ew roja pîroz hat, Enver Yalçin begefendî dawetek kesanedî li dar xist û herdu kerên xwe bera ser hev dan, bi emrê Denîz Baykal û qewlê Devlet Bahçelî ew zewicandin. Dawet bi hella hella, bi ala Tirkî û strana “ e?ek soxtî e?ek e, îman oldî teneke“ germ bû.

Dibêjin di dema mehrbirrînê de melleyê Mûglayê ?a?ik daye serê xwe û hatiye li ser masê rûni?tiye. Melle berê ji kerê nêr pirsîye:

„Kuro kero, min di te kiro, tu dixwazi bi makerê re bizewici oxlim?“

Kerê nêr ziriyaye, toz û dûman bi ser serê xwe xistiye, xiyarê xwe metro û nîvekê li bin zikê xwe xistiye û gotiye:

„Aaaîîîîîîîîîî, ez dixwazim law melle, ez dixwazim oxlim, wî!“

Melle pi?tre ji makerê pirsîye:

„Keçê kezîkurê, tu dixwazi bi kero re bizewici rebenê?“

Makerê gotiye:

„Ê welle çi bêjim melle, dinya mirin e, bê xiyar jî jiyan name?e ha“ û bi dengekî biling ziriyaye, qebûl kiriye.

Werhasilî kelam, kero û kerê zewicîn û gihan meqsed û miradê xwe gelî xwendevanan.

Bi kurt û Kurmancî:

Kerekî du ker zewicandin û hûn sax….

Tirkiye

About The Author