Celîlê me da bin dûvê Nazimo

Me bi salan pesnê helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet da, bi salan helbestên wî yên wek “Nata?a” di devê xwe de kir benî?t. Ê helbet canim, wê gavê em jî bi “?ewba kominîzmê” ketibûn ha, ma vîrûsa Marx, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao Zeytûn, Enwer Xoce û Ho?îmîn dev ji me berdida babam, na.  Heta me vîrûsên wan ji mejiyê xwe pak kir malik li me viritî, em wek çewalên çiryayî ji hev çîrvirîn.

Werhasil…

Xalê me Kurdolog Celîlê Celîl, li Amedê behsa nivîskarê Kurd Qanadê Kurdo û helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet kir û dawa Nazimo li serê wî pêça.

Di vê derbarê de xalê me Celîl got:” Kominîstên Tirk û Ereban kominîstên Sovyetê bûn, wek îdeolojî nebûn kominîst. Balkê? e, piranîya endamên parîyên kominîstên Ereban jî û yên Tirkan jî Kurd in. Hetta serokê kominîstên Sûriyê û Iraqê jî Kurd bûn. Lê wan xwedênehi?tan hewldanek ji bo pirsa Kurd nekir” û mesele anî ser Nazimko. “Nazimko tucarî pi?tevanîya pirsa Kurd nekiriye û xiyaro Kurd nas nekirine. Ji xwe Qanadê Kurdo qet ji wî qûnekî hez nedikir, digot ew ji Kurdan hez nake û li ser wan ti?tekî nanivîse. Ji xwe siyaseta partîyên kominîstên Tirkan ev e, mesela Kurdan qebûl nakin” û dide bin dûvê kominîstên Tirkên çeqilmast.

Ez serê we neê?înim, Tirk Tirk e gelî xwendevanan. Çi Nazim Hîkmet be, çi Turke? û misilmanên wan bin qet ferq nake. Di mesela Kurdan de hemi Kemalîst û Tirkperest in wesselam.

Lê mesele ev e ku em Kurd ji wan re dibin dûvik û terî yabo qurban. Sûc sûcê me ye, yên ku kurtanên wan li xwe dikin em in ha…

Amed  

About The Author

6 thoughts on “Celîlê me da bin dûvê Nazimo

  1. Eerê welleh, ji kijan fikrê dibe bila bibe, Tirk li pê?berî kurdan dilkevirin. Tirk ji xwe re masigirin ji kurdan re kusîgirin. Ew kurdên me yî ku bi dêla tirkan girtine û li peyi wan diçin, xwedê wan islah bike, heke ku islah nebin jî, xwedê musteheqê wan bide.
    Bi kurtaya gotinê du rê li pê?iya kurdên tirkperwer hene, yan wê ?SLAH bibin, an jî wê ?SHAL bibin.

  2. Ellawekîl em kurd milletekî pir bi kompleks in babam. Her cara ku kunekek derdikeve u dibêje ez merivekî modern, baqil u dinya dîtime, em dikevin duv kuna wî u dixwazin ji wî bêtir bibin qehreman, yanî ji wî bêtir tirk, ereb u fars. Îcar qerdashim ev kompleksên herî kunek nînin jî chi ne? Law ma qet kesî dîtiye ku hesp bi hespiya xwe dixwaze bibe ker hi? Naaa! Van kunekan di nav milletê kurd da fikreke wilo chêkirine ku va ye chil sal in ku kurd ji zimanê xwe yê herî qedîm sherm dikin ku pê bipeyîvîn u bi saya lîstika van segbavan zimanê xwe anîne ber mirinê cîgerlerim. Ê tabî gurchikim Nazimo jî 3 mîlyon kurdên ku di navbera salên 1919 u 1939an da bi barbariyên herî mezin hatin kushtin ne dît, ne jî bihîst. Camêr di guhê gê da li tembura xwe ya „ax memleketim wax memleketim“ dida u nijadperestiya xwe li ser tunebuna kurdan distêra. Ê ma law herkes wek me ehmeq e babam? Tabî me jî ha ha kuna wî mist dida u digot „ji te mezintir hebestvan, komînîst“ u filan u fistix tune heyatim, bila zimanê kurdî, kurdayetî u Kurdistan qurbana binê nigên te bin lo. Yanî erqedashler, tirkên bênamus him bi navê chepîtiyê him bi navê rastiyê malik li me wêran kirin. Hê îro jî bashqanê bashqanan radibe ji kesên ku xwedîtiyê li „kurdî, kurdayetî u Kurdistan-ê“ dikin ra dibêje „îlkel milliyetchî“ u xwe jî dike merivê sererd u binerd. Xwedê bila kompleksên weha bê derpî nede kesekî law, amîîîn.

  3. Kekê hêja Celîlê Celîl hemî ti$t, bi zimanekî xwe$ik, sivik, e$kire, ronak..hwd (de weki din ti$tek ma ez lê zide bikim..! Bo ku cepvan jî fêm bikin min ew hemî peyvên weki watedar nivîsand) gotiye. Mala te ava rêzdar.

  4. E hey gidi §evba komnizim li tirka ketà.Nata§aye nermok u germik u jina hemi kesa,ne a nazimè subayè osmani u kemalisti.Nata§a a Necati siyahani yabo.rexmeti ji partiya xaltike dogu perincekè behice boran bu.rexmeti ji e§irè karahanan, u xwedi bero§a tir§ik bu.zati siweregi ,ya tir§ikvanin,ya ji tir§ikcinin.bi serè sofi xelef sond kesem ez bi xwu ji tir§ikciyè mao zuytuni bum.nuha ji tir§ika lotikxane.

  5. lawo b? xwadeye m?z?n u d?lovan mer veke apeme cel?le cel?l tunene.gelek? rast got?ye.h?nek kurden mey? be mej? d? got?n naz?mo z?lamek? jehat?ye.m? buxa t? caran je h?s nak?r u nak?m.z?lamek? ku hatta kuneke kunres c?h cehenneme turkes j? s??r? v? xwand?be ve c? xer j? bo kurden hebe…

  6. Wele xale Celil dereng ma u hindik got!
    Nazima bi elba shire dayika C.Bedirxan xwariye u wey le ne helalbe.Di qirika wi de bimine u pe viriki bive rebbi.U xwede aqileki bide van sosyalist u kominist u enternasyonalist en me Kurdan.Ma ew ji nazim u kazim cetirin qey?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.