Jun 25, 2010

    ZEMAN Û ZIMAN

    • by Lotikxane
    • 9 Years ago
    • Kadîn
    • 492 Views
    • 4

    Xwedêyooo ev çito mirov in  û çawa dipeyivin ?

    Dijminê zimanê xwe, barkê?ê asimilasyonê ne

    Kurdîya pîroz diherimînin, dilewtînin mixabin

    etmi?kir,gelmi?kir,gitmi?kir bende jî,sende jî

    Wey sed hezar car tifûûû li rûyê we, li sikûmê we

    Zimanê me  paqij e, zelal e, wek we ne ?îrheram e

    Hûn ji xwe fedî nakin ey rûre?no bêhi?no

    Ji Ehmedê Xanê, ji Elî Herîrî

    Ji Feqîyê Teyra, ji Melayê Batê

    Ji Bedirxanîyan fedî bikin,ji xwedê bitirsin lo !

    Ev ne Kurdîtî ye, sosretbûna we ye ev

    Belengazno xwe nexapînin, bê ziman hûn ne ti?tek in

    Min nizanibû hûn ewqas bê xîret in

    Min nizabibû hûn ewqas bê rûmet in

    Min nizanibû hûn ewqas bê ?exsîyet in

    Min nizanibû hûn ewqas beredayî ne

    Min nizanibû hûn ewqas bê armanc in

    Lê ez ba? dizanim hûn ne rêzdar in û ne jî Kurd in

    Tew?o mew?o nebin,ne nezan bin

    Hûn ne Tirk in, ne Faris in ne jî Ereb in

    Em xwedî dîrok û zimaneki dewlemend in

    Em destana Dewrê?ê  Evdî,

    Serhildana ?êx  Seîdê Kal,

    Strana Evdalê Zeynikê ne bi Kurdî

    Hey malnexerabno ?îyar bin

    Welat bindest e em bêkes in

    Em in zimanê me bi tenê maye

    Wî jî nelewitînin bi çar lib Tirkîya xwe

    Ji dil û can fêr bibin zimanê xwe

    Paqij bikin tolaz û neçêyan  ji nav me

    Ez dizanim hûn jêhatî û jîr in

    Ez dizanim hûn egît û  têko?er in

    Ez dizanim hûn biaqil û bi huner in

    Ez dizanim hûn bi rûmet û bi xîret in

    Jîyana xwe bi Kurdî bixemilînin

    Herdem dil?a û bextewar bijîn

    24 Hezîran 10

    Tevger ÇEKDAR

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    4 Comments Already

    1. Law bila hemî cimaata mishkên Kurdistan-ê bi têra xwe bikutin wan kunek u bê shexsiyetên ku bi zimanê dijminên qetîl zimanê kalikên me dikujin, hey min li we kirino, heramzadeno.

    2. Zinanê kurdî zimanê dîrokê ye, zimane medan û arîyan!!!
      Zimanê kurdî ji Xweda hatîye!!!
      Zimanê kurdî ?îrîn û xwe?e we kava kanîyê, wek ?îr û hingiv!
      Kurdnooo zimanê bapîran pêl nekin!!!
      Bimire zimanê ereben fissilman!!!
      Bemire zimanê brafro?ên faris!!
      Bemire zimanê tirko!!!

    3. yabo ci bu?bo ci hogir wezirè Assani sil u turà buyi?yabo ki u kijan qurè qeran wezir sil u turà bikit, eze filan u bèvan bejim ha. biji wezirè me.

    4. dest xwes mamsoteye delal u kurd perwer birasti hozaneke pir xwes u nazdare.xwede te muhafeze bike.

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: