Di adetên ola Êzdayetîyê de dema kesek dimire, jê re roja xêra mirî ( roja tazîyê)
Pêk tînin. Di wê rojê de xwarina mirî tê dayîn û qewilbê? jî ji wan re qewilan dibêje.
Qewilbêj derdikeve ser cihekî bilind û kesekî ( hewceye yan ?êx an jî kesek gelek temendirêj (Yextîyar) be dide henberê xwe, bi kesatîya wî ?êxî an jî Yextîyarî xîtabî civatê dike.
Wezîfa ?êx û îhtîyarî bi tenê carûbaran gotina „belêêêêêêêêêêêêêêêê „ye.
Dema ?êx an Yextîyar dibêje belêêêêêêêê, qewilbêj dibêje : Belêya te li dinê, Xwedê û melekil Tawis ji te û cemeatê razî be; li vê dinê û wê dinê, we ji belayê bistirîne. Bereketa ?êx Hadî li ser te û haziran beeeee.
Di qewilan de qala Xwedê, avakirina dinyayê, afirandina melekan, hebûna tavê, stêrkan, hîvê , çêbûna Adem, tûfana Nuh, Silêman pêxember û ûsûl û qaîdeyên ola Êzdayetî, qencî û têkilîyên civakan û her wekî din tên gotin.
Rojekê xwarina mirî didin . Xortek wek qewilbêj derdikeve cihekîbilind û Yextîyarek 75-80 salî dide hemberê xwe û dest bi qewilan dike.
Xortê qewilbêj dide nav viran û diçirîne hey diçirîne.
Yê Yextîyar jî carnan bêyî dilê xwe dibêje“ belêêêêêêêêêê!
Xortê qewilbêj : Belêya te li dinê ! Xwedê û Melekil Tawus te û cemeetê biparêze û ji belayê bistirîne, bereketa ?êx Hadî li ser te û hazian beeee.
Û dîsa dest bi direwan dike, diçirîne hey diçirîne û dibêje :?êh Hadî hat bi hêstira barê xwê. Bi quweta qudretê, hêstir ji qûna derzîyê derbas kir her bi barê xwê…….
Yextîyar ?ûna ku bibêje belêêêêêê dibêje : Ya sitaaaaar, ya sitaaaar, ya sitaaaar !
Ker di dîya direwînan e…….!