Li heman trênê siwar bûne

12 Îlonê roja referandûma guhertina hinek xalên makzagona bingehîn a Tirkiyê ye. Makzagona ku di 12 Îlona 1982an de bi destê generalên fa?îst û dijminên milletê Kurd hatibû amade kirin, bi xêra hinek lotikên Kasimpa?alî Receb tê guhertin û ba? yan xerab, wê cîh li Kemalîst û statukoperestan teng bike, tirrê ji wan berde.

Kemalîst û dijminên qewmê Kurd bi xurtî li dijî guhertina makzagona generalên fa?îst derdikevin û bawerin ku bi guhertina vê makzagonê, wê sîstema Kemalîzmê têk biçe û av biçe bin qûna wê. Helbet kêmbe jî, guhertina vê qanûna bêbav wê xêrekê li Kurdan û pê?ketina demokrasî û mafê mirovan bike, wê desthilatdarîya hinek dezgehên Kemalîst kêm bike û hefsar têxe serê hinekan. Ji ber vê jî, partîyên sîstemê, dezgehên Kemalîst û fa?îstên Tirkiyê li dijî guhertina vê makzagonê derdikevin û bi biryar in ku di 12 Îlonê de referandûmê boykot bikin, deng nedin guhertina AKP û cîgerim Kasimpa?alî Receb.

Lê zêdebûna ser kezebê û sosreta kesanedî ev e ku BDP û dezgehên ku BDP pê ve girêdayî ye, li trêna CHP û MHP a Kemalîst siwar bûye û bi heman helwestê biryara boykotkirina referandûmê dane. Ango, wê BDP deng nede guhertina makzagona Kenan Evrenê Arnawût. Halbûkî vê makzagona generalan namûsa Kurdan anîbû û anîye pênc qirû?an û bi vê makzagonê bi deh hezaran Kurd hatine kujtin, ê?kencekirin û sedema desthilatdarî û zordarîya artê?a Tirkiyê jî ev makzagon e.

BDP a ku pi?tî fermana cîgerim Ocalan biryara boykotê daye, li ser navê Kurdan di meclîsê de ye û bi heman helwesta CHP, MHP û Kemalîstên Tirk êrî?î AKP dike, ji artê?ê zêdetir AKP wek dijmin dibîne. AKP a ku bombe xistiye bin qûna Kemalîstan û hêdî hêdî dixwaze wê bombê biteqîne, bi hêvî bû ku wê BDP pi?tgirîyê bide lotikên wê û di refê CHP, MHP û Kemalîztan de cîh negre. Lê rebenê Kasimpa?alî Receb û generalên partîya wî bi helwesta BDP xeyal?ikestî bûn û cêrek ava cemidî bi ser wan de dabû. Ji ber vê ye ku Wezîrê Navxweyî Be?îr Atalay digot:“Lotika herî mezin me ji BDP xwar“.

Ez serê we neê?înim, mixabin BDP bi helwest û siyaseta xwe pir e?kere di refê Kemalîst û nîjadperestên wek CHP û MHP de cîh girtîye. Li ?ûna ku di refê AKP de cîh bigre û zorî bide Kemalîzm û sîstema generalan, rabûye li trêna CHP û MHP siwar bûye û bi yek dengî li qornê dixin.

Ez bi xwe referandûmê boykot nakim qarda?im, kî boykot dike yan nake ji xirrê kekê me Selahattîn Demîrta? ve û xelas…..

Enqere

About The Author

8 thoughts on “Li heman trênê siwar bûne

  1. Ez jî boykot nakim. Ezê ERE (YES) bikar bînîm. lotikêkê li satatukopareze bixim.

  2. law ma hun j? cé ra béjin eré, h?kumeta akp j?bona xwe t??tan n?nivsiye u é veki ve ji nizanbuna xwe béjin belé/eré ax axxxx é qenqi kurd ?iyar b?n weyy..

  3. eze j? herme ser sandokan ele bele eze j? be j?m na .cunk? j? bona mafen kurd dan tu t?st tede t?ne .u eze lot?kek bawe j?m kas?m pasal? reco u lot?kxana we.

  4. KURDOOO! Turkan u zagonen wan bisewitinin!!!!
    Tirko kunek e!
    Tirko sekov e!!
    Tirko beleban e!
    Tirko mirisk e!

  5. xalocan her gotinek j? bo vê guhartina qanuna 12 ilona fa?ista yên ku bêjin na ixanetê li gelê xwe dike
    ey hevalên partiya syin ba?qan ey serokatiya kurdêm sererd u binerd ma ev diktatoriya 12 ilonê bu hevalên we kemal xeyri ferhat mazlum u hezran kurd re buyi cellad u rê li ber wa generalen cellad vedibeku doz lê be vekirin
    hune cave bejin na!!!
    kemal atatirk u kemal atatirksever say?n ucelannn j? beje emê bejin beleeeeeee

    gele kurd ne t?rs?n j? kese
    j? vicdana u sehiden kurdistane bitirsin…

    heger hun xelet ji b?f?k?r?n b? serê xwe b?f?k?r?n
    dest j? puta u putperesta dest j? menfeetperesta dest j? wan berdin ku yen bi xwina ?ehida bi xwina gerila u kurdan ticaret-siyasete dikin berdin…axir kelam ever-yes bila u xatire we

Comments are closed.