Wawikek dema ?evgerê dike dikeve nav gelê?a boyaxê, rengê wî tê guhertin û çend lewnên rengan bi pûrtê wî ve diqeliqin. Wawik ji xwe re dibê:” Ev firsendek/mecalek ba? e, divê ez wê ji xwe re bi kar bînim” û berê xwe dide daristanê. Heywanên daristanê ji ber pir rengînîya wî, wawik nas nakin û jê dipirsin:
” Tu çi teba yî?”
Wawik: “Ez ?ahê nû yê daristanê me”.
Heywan bi rengên wî tên xapandin û pê bawer dibin, didin pey wî û diçin cem ?êhr û jê re dibên:” Ev ?ahê me yê nû ye qurban”.
?êhr lê dinere ku ew wek wawikan e, lê li derdorên xwe dinere, dibîne ku piranîya heywanan wî wek ?ahê nû dipejirînin û ji bê çaretî ew jî xwe dide alîyekî, li wan tema?e dike. Wawîk/çeqel li ser textê ?ahîtîyê rûdinê û bi qûnalêsên xwe re kêyfê dike.
Di navberê de dewr û dewran derbas dibin. Rojekê hinek wawîk (çeqel) li derdorên herêma ?ahîtîya wî dilorin û dizûrin. Êêêêhhhh, dibên” eslê mirov çi be, feslê mirov jî ew e”.
Dema dengê zûrîn û lorîna wawîkan tê ?ah, ew jî li ser postê ?ahîtîyê bi lorîn û zûrîn bersiva wan dide. Heywan hemi devê wan vekirî, çavên wan boq, bi ?a?o-ma?o lê dinerin û xwe hêdî hêdî li dor ?êhr dicivînin. ?êhr jî dibê:” Wilah min zanîbû tu wawîk î, lê ez çi bikim, hemi ehmeq li dora te civîyabûn” û bi hemlekê xwe li wawîk werdike û wî dihincîne/parçe parçe dike.
Vêcar gelî xwendevanan, va wawîkên me yên ku li ser postê ?ah rûni?tî ne jî bi zûrîna wawîkên din re dizûrin. Lê wê kengî ew kesên derdora wan li dor ?êhran bicivin û ?êhrên ku xwe dane alîyekî li hemberî wan hemlekê bikin ez jî nizanim. Ti?tê ez zanim divê ew hemle bê kirin û hew. Yan na, wê heta bi mirinê jî wawîk li ser serê me bibin mîr û wezîr ellawekîl…
Yabo bi serê kofîya xaltika Fatê ku hêzên tarî û hevkarê wan nebûna ew ?êhr niha zûda derketibûn holê. Kî derkeve wawîk çeqel çuqel bi mayîneki an bi fî?ekekî dengê wan di birin mixabin