Jahra mar û dûpi?kan bû derman

Hûn zanin, jahr bi xwe enerjî ye. Ji ber ku enerjîya mar û dûpi?kan ji enerjîya mirovan zêdetir, xurttir û dijwartir e, gava mar yan dûpi?k bi meriv vedidin, meriv dimre û qû? li meriv diqete. Çima? Ji ber ku jahra mar û dûpi?kan (yanî enerjîya wan) zora enerjîya meriv dibe.

Axir, mesela me li ser jahra mar û dûpi?kan û dermansazîya xalê me Muhammed ?êrzad bû.

Li bajarê Çarîkar a eyaleta Parvan a Afganistanê, xalê me Muhammed ?êrzad ne?xwe?xaneyek germik û nermik vekiriye û bi 10 dolaran xelkê feqîr derman dike, çareserîyê ji derdê wan re dibîne. Lê dermanê xalê me Muhammed ?êrzad çi ye hûn zanin? Jahra mar û dûpi?kan.

Xalê me Muhammed ?êrzad, hinek geya û nebatan tev li jahra mar û dûpi?kan dike û bi vî dermanî derdê bê derman jî çareser dike.

Li ser bextê Afganan be, dibêjin mar û dûpi?kên Afganistanê ji ber xalê me Muhammed ?êrzad dane kerambera û ketine helakê. Hema Muhammed ?êrzad mar yan dûpi?kan li ku bibîne, hema derzîyê di dev û qûna wan de radike, jahra wan dik?îne û wan ji mêranî dixîne.

Îcar tembîya min li we be qurban. Aha textorê mirinê li Afganistanê eyaleta Parvan bajarê Çarîkar e. Navê wî Muhammed ?êrzad e û qeraseyekî zilama ye. Heçê kanser û manser, jana zirav, tawîbûn û bawîbûn pê re hebe, 10 dolarên xwe têxin bêrîka xwe û berê xwe bidin Afganistanê.

Lê binerin, Talîban û sofîkên Afganistanê qûnê li we biqetînin ne sûcê me ye haaaa, okey! Pi?tre nebêjin Lotikxanê em anîn provokasyonê babam…

Kabîl

About The Author