PIRTÛKA NOVELÊN KURDÎ
Di nav we?anên Helwest de pirtûka Lokman Polat ya bi navê ”Tu û Evîna Platonîk” derket.
Pirtûk 112 rûpele û têde kurtenovelên curbecur hene. Kurtenovelên anku kurteçîrokên ku di pirtûkê de ne, çîrokên dapîr û bapîran nînin û herweha çîrokên folklorîk yên gelêrî ku di nav gel de têne gotin nînin. Ev kurteçîrok ji alî nivîskar ve ji nav rastiya jiyanê û lêzedekirina xeyalên cihêreng bi ?êweyeke edebî hatiye afirandin.
Nivîskarê pirtûkê Lokman Polat rastiyên jiyanê û xeyalê tevlihev kiriye û bi stîleke modern novelên kurdî yên nûjen nivîsiye. Ji alî metoda nivîsînê, stîl û ravekirina novelan ve cudahiyeke berbiçav di navbera berhemên nivîskar yên berê û ya niha de heye. Di edebiyatê de û herweha di afirandina berhemên edebî de xwenûkirin ji bo her nivîskarî pêwîst e.
Nivîskar Lokman Polat vê pêwîstiyê bi cih aniye. Ew di pê?gotina pirtûkê de weha dibêje : ”Dema min kurteçîroka ”Tu û Ew” nivîsî, ev nivîs, ?êweya nivîsînê gelekî li xwe?a min çû. Ez vegerîyam çîroknivîsînê û min bi vê ?êweyê, bi stîleke ji bo min nû, pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê ”Gulîzar” nivîsî û we?and. Min herweha nivîsîna xwe domand û ev pirtûka ku di destên we de afirand.
Êdî ez dixwazim bi vê stîlê kurteçîrok û kurteroman binivîsim û nivîsîna xwe bidomînim. Ev ?êwe nivîsîn, dê bibe rengê naverokên berhemên min yên kurteçîrok, kurteromanan û romanê, dê bibe metoda teknîka nivîskarîya min.”
We?anên Helwest dê di pê?erojê de berhemên nivîskar yên nû biwe?îne û bigi?îne destên xwendevanên kurd. Bi hêviya ku xwendevan vê berhema edebî bi dilxwe?î bixwînin.
We?anên Helwest
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Go kûçik bû hevalê gur, xêra pez namîne
Şam şekir e, welat şîrîntir e