Berê li hinek deverên Kurdistanê li dîwanxanên axayan, an jî li medrese û mizgeftan kesên halxwe? ?îvên fitarê didan û fitar bi hevre dihat vekirin. Zaroyê malbatên halnexwe? yên deh- diwanzde salî jî xwarin digerandin û xwarinên ji bermayên zilaman jî ji bo wan dima, wan jî bi wan xwarinên bermayî zikên xwe têr dikirin.
Rojekê melayek zikîn/têrnexwer/ yê ku ji xwarinê têr nabe û navdar e jî tê dibe mêvan. Dema fitarê zarok ?îve digerînin, berê nîsk/?orbe nîsk tê ser sifrê. Melayê zikîn dibê: ” Divê hûn nîska xwe bixwin suneta pêxember e.”
Cemeet ?orbê tev dixwin û binî dalêsin. Savar, go?t û mast tê, meleyê zikîn dibê: “ Suneta pêxember e, divê hûn xwarinê di firaxan de nehêlin”.
Cemeet bi ya wî dikin, xwarina tê hemî dixwin û ji bo zarokên xwaringer ti?tek namîne, tev de birsî/birçî dimînin.
Pi?tî xwarinê mele dixwaze destê xwe bi?o û desrê vede/avdestê bigire.
Zarokek ji yên xwaringer jî mesînekî tije av dibe û li dest meleyê zikîn dike.
Mele ji zaro re dibê: “ Lawê min navê te çiye?”
Zaro: “ Navê min FERZ e!”
Mele:” Lawê min, ma navê mirovan FERZ dibe? Navê xwe yê rastî bibêje”.
Zaro: “ Navê xwe yê rastî bêjim da tu bibêjî ev sunet e û min jî bi cemeetê bidî xwarin ne wisa!”
Derfeta piştî sed salî..
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî