Bêrîka vala rê li ber Biraderê me girtiye

Li ser bextê malpera Avesta be, dibêjin Birader Ango Biraderê Musîkî gotiye ku “ ‚ez dixwazim vegerim welêt, lê ezê destevala çawa vegerim babam? Berîk vala ne û pere jî tune.“ û Dilê xwe jî û yê min jî bi xwe ?ewitandiye.

Wey weledddddd û 101 carî weled!

Law bi namûsa enbart CE, berîka min ji ya te qultir e, çiriyaye û diriya ye. Tu ne bi tenêyî cîgerim, dilê xwe bi xwe ne?ewitîne Biradero!

Wîîîîî bi rastî lo, çima tu tembûra xwe nakî Kelek û Ke?tî û pê welat bi welat nagerî, konseran li dar naxî û kodika tembûrê tije nakî qurban! Ka te digot ezê tembûra xwe bikim Kelek û Gemî û pê Behr û okyanûsan derbas bikim. Ê de hema tam roja wê ye elawekîl. Yabo ku tembûra te têra çêkirina kelek û gemiyê nekir, bi soz ezê tembûr û kemança xwe jî bikim qurbana Kelek Û gemiya te!

Werhasilî kelam, aha rew?a hunermendên min ev e gelî xwendevanan.

Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Mihemed ?êxo, Ey?e ?an, Gerapêtê Xaco û bi dehan hunermendên wek wan ji birçîna di nav xizanî û perî?aniyê de mirin û kesên wek min û Birader jî nikarin vegerin welatê xwe. Cima? Ji ber ku berîka me qul e dest û kodika tembûra me jî vala ye.

Axir, hêvîdarim zingînî ji ber guhê rayedarên hikûmetekanî Kurdistanekan bê û hema bi xeletî be jî rew?a hunermendên Kurd bidin ber çavên xwe û be?ek ji perên ku didin tiral û beradayên Kurdistanê bidin belengazê hunermendan jî. Divê neyê jibîrkirin ku, hunermend ne ji Ey?ika Ereb in canekem!!!!!!

Hollanda

About The Author

6 thoughts on “Bêrîka vala rê li ber Biraderê me girtiye

  1. Ma rêzdar Brader salên çûyê tembûra xa (xwe) kê ra kirîbû kelek, ku cenabê te dibêje „..çima.. tembûra xwe ji xwe re (jî)nake kelek û gemî..“.!
    Divê mirov dema ku dixaze peyamek dîyar bike, divê rew$ berfereh bê nirxandin, zanyarî bê pê$xistin..hwd.
    Mala te ava rêzdar Miradê Torî.

  2. hima bi ses telaqa ew gemiya Brader ku ji tembura xwe cekiribu tucari nebuye gemiya ticarete.Herdem buye ya siyaset u hunere.Loma berik valayi cigerimin ici.le xemnake loooooo ma ji kefen peve ci bi merore te we dinya heqe?

  3. Xalê me Brader jî weke min bê nesîbe!
    Tembura xwe kir kelek u hemu cihanê gerya heta di Girava Îmralîye jî re derket nesîbê wî venebu.
    Ez dibêm lê hatîye xwendin
    ka hun dibên ci?

  4. Hunermend Brader min Stereka Geshe Li Asmane Huneri. Le Mexaben Gelek Peppetye u Her Dem Peroblema Okonomi Heye. Gelo Ma Sherme Hunermend Weki Pale Ke Kar Biket..Hividarem JI Hukometa Me Ya Kurdistane Cave Xo Beden Hunermend Me Da Berewana Ne Keftie Ber Desete Ne Merda.

  5. bi rasti ev tishta we kiri ne tishtek xweshike çinki hunermend birader hunermendek mezine naçèbit bi çi awayekè sivikati bi hunermen weke birader bihèt kirin bi rasti ez ne kèf xweshim bi vi babeti min çi rèz girtin li wi u hunera wi negirtin herçawa bit u çi got bit

  6. ez qurbana cavè hundermen birader bim kesèn weki hunermen birader u hevalè wi u ci kesèn delal u heja weki birader gerek halè wan ne ev hal ba lè ma ka ez ci bejim yan wè ki li min guhdar bike………..lè qey ev nasibè hundermendè kurda eve wilo ye.u ez tèm cavè hunermendè mezin u heja u delal..

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.