Mêro hem li nêl dixe hem li bizmêr

Cîgerim Erdogan î?ê xwe zane, mêro hem li nêl dixe hem li bizmêr. Ji alîyekî zilamên xwe di?îne Îmralîyê û bi serokê Kurdên sererd û binerd re hevdîtinan dike, ji alîyê din jî dibêje “Bela kes nebêje em bi terorê re bazaran dikin babam” û lotikên dualî davêje der û dorê.

Wekî din hem qa?o dixwaze makzagonê biguhere û xwedêgiravî hinek gavên demokratîk bavêje, rê ji hinek ti?tan re veke, ji alîyê din jî dibêje “Bela kes ji bo perwerdeya zimanî zikmakî neyê cem me qarda?im. Zimanê fermî Tirkî ye. Bela kes ji bo parçekirina Tirkiyê hewl nede” filan û jehr û ziqûm.

Kasimpa?alî Receb dibêje ku “Bela ji xwe re qursên zimanê Kurdî vekin û li gora dilê xwe lotikan bavêjin”, lê li alîyê din dadgehên wî ji bo bikaranîna zimanê Kurdî dozê li Kurdan vedikin û naletê li 101 bavê xwe tînin.

Olan oxlim, ma ev e demokrasî û memokrasîya te cîgerim?

Ka qa?o te digot ezê pirsa Kurd çareser bikim?

Werhasilî kelam, ji alîyekî maf û heqê Kasimpa?alî jî heye ha, xwedê heye. Ew wek îmana xwe zane gava ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dest pê kir, wê dewleta Tirko wek hinara li tehtê keve ji hev tar û mar bibe, wê temamê netew û kêmnetewên li Tirkiyê bidin bin dûvê dewletê û doza mafê perwerdeya zimanê xwe bikin.

Ev jî dibe çi?

Dibe ?orba nîskê.

Axir, ez serê xwe û we neê?înim, ziman çeka herî mezin, çek û sîleha herî xurt e. Divê em Kurd wê çekê ba? bi kar bînin û bi zimanê xwe, bi zimanê Kurdî cîh li Tirkan teng bikin, wan têxin qefesê û tirrê ji wan berdin wesselam…

Enqere

About The Author