Aferîn Dûygû xanim aferîn!

Wek hûn zanin, di kanala ATV de bernameyek xwe firotinê heye. Bername xwedêgiravî ji bo zewicandinê ye, lê di bingeha xwe de awayekî „bazara xwefirotinê“ ye. Jin û mêr tên li pê?berî bi milyonan kes, bê ?erm û fedî xwe bazar dikin da ku jinekê yan mêrekî ji xwe re bibînin û hevdu bidin ber lotik û zîtirkan.  

Yek ji wan jinên ku di mala bavê xwe de perixî mabû jina bi navê Dûygû ye. Dûygû xanim ji bajarê Ixdirê ye û hatiye di bernama Esra Erol de ji xwe re li xiyar û qeraseyekî digere.

Werhasil, Esra Erol jê dipirse bê ka ew „xiyarekî çawa dixwaze“.

Dûygû xanim çi bêje ba?e gelo?

Dibêje „Ez naxwazim bi xiyarekî Kurd re bizewicim“.

Esra Erol erza wê di?kîne û dibêje „em tev insan in“ jî, lê Dûygû xanim ji ya xwe nayê xwarê û her dibêje „Ez naxwazim xiyarekî Kurd têxim xwe“ û di dawîyê de Esra Erol wê ji studyoyê derdixe der.

Hûn keç û jinên xelkê dibînin ne?

Hûn dibînin bê çawa bi ?exsîyet in û naxwazin bi dijminên xwe re bizewicin ne?

Lê ka ew jina Kurd an mêrê Kurd ku ji dijminê xwe re bêje „De wêde here, ez bi yekî /yeke Tirk re nazewicim“ gelo?

Ma wê rojekê xort û keçên Kurd xwe bighînîn wê payebilindî û ?erefa ku karibin bêjin „Em bi Tirkan re nazewicin“ gelo?

Ka ew roooojjjjjj!? Ma em Kurd wek Tirkan bi xîret in kuro, waweylê!

Axir, mesela me li ser helwesta Dûygû xanimê bû.

Keçê ez bi qurbana wê bacana nav ?eqê te bim Dûygû xanim, bi telaq tu keça bavê xwe yî!

Her bijî ji te re heyatim!

Stenbol

About The Author