Dînek ji kolanên Diyarbekirê

Dema 9-10 salî bû hinek pîsqobatên bênamûs û bêwijdan tecawizî Ya?o dikin. Ya?o pi?tî wê bûyerê dîn dibe û bi kuçe û kolanan dikeve.

Delî Ya?o (Ya?oyê Dîn) teqrîben 40 salî ye. Ew hîna di biçûkahiya xwe de sêwî dimîne. Pi?t re li cem xwi?ka xwe ya mezin dimîne. Bi dewamî pantor û kurtekekî (gomlek) kevn û bi qirêj li xwe dike.

Mirovekî pir sakîn û bêdeng e. Bi dewamî qotikên cixareyan berhev dike û dixe berîka xwe. Kes nizane ew wan qotikan ji bo çi berhev dike. Gava kesek wî biqeherîne, hema çi bi destê wî keve radihêje û têwerî wî dike.

Mirovekî feqîr û reben e. Zirara wî nagihîje tu kesî. Lê divê bila kesek wî neqeherîne û pê nelîze. Ew her çend dîn be jî dînekî me ye û bawer bikin dînên me ji biaqilên me sed qat çêtir in.
Ji kerema xwe re li wan xwedî derkevin.

Mustafa Gazî

About The Author

3 thoughts on “Dînek ji kolanên Diyarbekirê

  1. Dest xa$/xwe$ kekê min.. Rêzdar Mustafa Gazî, min bîra hevpeyvînê te kirîye.. Ma eger tu hevpeyvînan çênakî, wê demê binivîse kekê min.. Eger wusa nekî, ez birayê xa bidim, dada LOTIKXANÊ. Silav rêz ji te ra.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.