Dil pîr nabe

Bajarê Konya xwedêgiravî bajarê herî oldar û mihafazakar ê Tirkiyê ye. Lê her çi hikmet be, çi zinêkarî, gendelî û sextekarî hebe her li bajarê Konyayê dibin. Ma ev jî ne ecêb e? Yan jî dibe ku kerametên xalê me Necmettîn Erbakan bin ma kî zane?

Werhasil…

Li bajarê Konya qeza Ak?ehîrê, Ay?e Yûvali ya 78 salî ji ni?kê ve winda dibe. Malbata wê dikevin helakê, dibe qîr û qiyamet û herkes li pîra perçiqî Ay?e Yûvali digere.

Lê pi?tre pîrika Ay?e Yûvali li ku bê dîtin ba? e?

Xanimê di 78 salîya xwe de reviyaye cem Mûstafa Çîmendere yê 86 salî da ku pê re bizewice û xiyarê wî yê çermolaqî biqe?êre û bixwe.

Ya staaaarrrrrrr li van Konyalîyan û 101 carî ya star!

Li gora tê gotin, Ay?e Yûvali di ciwanîya xwe de jî Mûstafa Çîmendere nas dikir, jê hez dikir, lê feleka bêbext ew nekiribûn qismetên hev. Xuyaye kul û meraqa ciwanîyê li serê pîra 78 salî xistiye, ciwanîya wê hatiye bîra wê û xwestiye qe nebe berî mirinekê bi Mûstafa beg re bizewice û çend fî?ekan biteqîne.

Mûstafa Çîmendere yê 86 salî ji rojnamevanan re çi gotiye hûn zanin?

Gotiye:

„ Meriv di her temenî de kare bizewice, di her temenî de kare hez bike û dil bigre. Ev jina sisiyan e ez tînim. Berî 7 salan jina min a duyem çû axretê. Ê mêrê Ay?e xatûnê jî berî 24 salan miriye. Ma ka ji vê xwe?tir? Yek qapax e û yek jî bero?. Hema bi tirr û fisan jî mabe eê hevdu germ bikin û hew“ filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim, dibêjin „Dil pîr nabe“.

Xuyaye birastî jî dil pîr nabe. Ma go dil pîr bibûya, xaltîka Ay?e Yûvali xwe li xiyarê xalê me Misto efendî digirt babam?

Konya

About The Author