Weyla kezîkurê Chen Weî Yîh!

Qey hinek insan birastî jî ehmeq in bavo. Kesî li darê dinyayê dîtiye ku jinek yan mêrek rabe bi xwe re bizewice? Ê law madem hûn xwe bi xwe dizewicin, wê kî di we xe û hûnê çawa di xwe nin babam? Yan hûnê xiyar û tirozîyan ji malê kêm nekin û îdara xwe bi wan bikin, yan jî sedî sed hûnê dest bi qaçaxîyê bikin û hinekan bera ser xwe din. Ma ji vê wêdetir?

De binerin lo, dibêjin Chen Weî-Yîh a 30 salî, ji ber ku mêrek nedîtiye û kesek pê qaîl nebûye, biryar daye ku bi xwe re bizewice û dawetek hella hella li dar xe. Chen Weî xanim dibêje ku „bi qanûnî ez nikarim bi xwe re bizewicim, heger di pê?erojê de min xiyarekî li gora dilê xwe nas kir û em li hevdi germ bûn, ezê karibim pê re bizewicim“ filan û fîstan.

 Werhasilî kelam, ji ber ku xiyar û qeraseyek nedîtiye, xanima Taywanî Chen Weî-Yîh biryar daye ku bi xwe re bizewice û bi tilî, xiyar û bacanên re? îdara xwe bike heta ku qismetê wê vebe.

Ê ma ev ne ehmeqî be çi ye gelî xwendevanan?

Law ma çawa mêr tunene? Ma mêr ne qeliyane, waweylê!

Keçê Lotikxane xezîne û depoya mêra ye hey kezîkurê, hema te emaîlek ji me re binivîsanda bes bû, wî! Meyê ne mêrek lê 101 mêrên simbêlboq ji te re bi?andina hey xwelîser! Tew ji xwe Sofî Xelefê me hazir û nazir bû ellawekîl. Ji bo wî ji kevir nermtir be bes e, tew ew li xwe?ikbûn û bejn û balê nanere ellawekîl. Germ û nerm be bes û zêdeyî serê wî ye.  

Axir, dilê xwe bi xwe ne?ewitîne Chen Weî xanim. Em li ber te hazir û nazir in. Heger rojek ji rojan mêr ketin bîra te û girêza te metro û nîvekê herikî, bê ?erm û fedî serî li Lotikxanê xe emê derdê te derman bikin ez qurban….

Pekîn

About The Author