Mam Celal dîsa pêde rît…

Li ser bextê malpera Avestakurd be babam, ne li ser bextê me be. Dibêje: Mamê me Celal Telebanî Serokê Îraqa SOR di telfizyona TRT Al Turkiye de gotiye PKK ji dimoqrasiya Tirkiyê fêm nekiriye û ji xewna xwe ?iyar nebûye.

 Hele hele mencolê mamo. Ma?eleh îraq bûye mêrg û zozan û cihê îstrahetê. Mamê Celal jî qala demoqrasiya Tirkiyê dike kuro!

De ka were pê?î em ji dimoqrasIyê dest pê bikin Mamê delal, demoqrasiya çi û hale çi. Tu bi qurana pêxemberê Ereban kî, ma van rebenên BDPê ?erê çekdarî kirine ku Tirkan  zindanên xwe ji wan tije kirine?

Ma ew ?aredarên ku bi dengê gel hatine hilbijartin di tifika bavê kê de rîtine heya ku nikarin ji demoqrasiya Erdoxan û Ateguyê wî sûdê wergirin?

Ma Ceylana biçûk çend kevokên dolheramên Tirkan ji ser hêlînê firandine heya ku bi topa xwe bikujin?

Ma me zimanê kê di qurm de jê kiriye û di devê bavê wan de mîztiye heya nehêlin ku em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin?

Yabo PKK tune, ew ji dimoqrasiya wan fêm nakin, ka çima ew ji 90 hezar qoricîyên xwe re dibistanek bi Kurdî venekin kaka can?

Van xalên demoqrasiya Tirkan yên li jor, ez dikarim heya sibê ji te re bihijmêrim serok mam Celal.

Em vegerin ser xewna PKK ê.

Ez nizanim belkî tu qala serxwebûnê dikî, bi wê qurana te xwendî mamê hêja ew xewna biraderê te yê Berazî û hemi Kurda ye jî.  Û ger tu qala daketina ji çiyan dikî, ma ka van bêbavên Tirkan çi dane yan jî çi pîlanên çareseriyê li ber Kurdan danîne û Kurdan gotiye em qebûl nakin?

Çareseriya van qûnbiguyê Tirkan  xapandin e û munafiqî ye mamê hêja.

Tu bi qedrê qurana pîroz kî, tu bi xwe jî ji van bêbavan behwer dikî?

Bi xwedê ez behwer nakim. Tu behwer dikî mamo ku ev dolheram ji dil dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin?  Lê ez te fahm dikim, tu  dixwazî dilê wan xwe? bikî.  Ez qurban mamo, carekê dilê me jî xwe? bike û wan gotinên xwe yên tijî nebat buherat bi ser me Kurdên Rojava jî de bire?îne ez qurbana mamê xwe me.

Xwendevanên Lotikxana hêja, hûn bimînin di nav gotinên mamê me yên tijî buharat de

Almanya

About The Author