Gelo wê têxe stuyê xwe?

Di pîrozkirina 87. salvegera komara Tirkiyê de qiyamet li Amedê rabû. Esker û polîsên Tirko wek hespên serxwe? derketin kuçe û kolanan û ev komara ku bi xwîna bapîrê Kurdan rizgar bûye û li Kurdan kirine zîndan, pîroz kirin.

Di merasîma pîrozkirina salvegera komara Tirko de serok Osman Baydemîr jî wek ?aredar be?dar bû helbet. Lê lotika herî balkê? kalemêrekî 70 salî li Baydemîrê me xist.

Kalemêrê ku jê re „Gazî“ tê gotin û xwedêgiravî ji dema Atatirko ve wek entîke maye, hat Osmanê me maç kir û krawatek sor bi „hîv û stêrk – yanî ala Tirko“ wek diyarî da Osmanê me.

Werhasil, dibêjin gava Osmanê me krawat ji destê kalê perçiqî girtiye, kerr û lal bûye, ziman di dev de ne geriyaye û tenê bi nîv henekî gotiye „min xelata xwe stend“ û xwêdan pê ketiye, rûni?tiye.

Îcar pirsa min ev e gelî xwendevanan:

Gelo wê Osmanê me wê krawata ku nî?ana qetilkirina Kurd, Ermenî, Suryanî, Rûm û neteweyên din e, têxe stuyê xwe?

Gelo wê Osmanê me wê krawata ku bêhna xwîna Kurdan ji reng, hîv û stêrkên wê tê, têxe stuyê xwe?

Heçê tê derxe emê zebe?ekî Diyarbekirê bidin wan.

Amed

About The Author