Boyax bike kaka boyaaaaxxxxx!

Xwedê neyne serê kesî rebbî. Ti?tê ku hatiye serê Abdullah Gul nehatiye serê mi?k û maran.

Serokkomarê Tirkiyê xalê me Abdullah Gul birastî jî mirovekî pir germik û nermik, maqûl û xwe?mêr e. Lê kesên mîna Kasimpa?alî Receb, Devlet Bahçelî, Kiliçdaroglû û generalên dewletê cîh lê teng kirine û ew kirine xefikê. Nahêlin rebeno lotikên li gora dilê xwe bavêje. Evdoyê ku dixwaze hinek lotikên nermik bavêje û di çareserîya pirsa Kurd de hindik be jî hinek ti?tên maqûl bike, raserî astengîyên Recebo û generalan tê û xwêsîya wî di qirika wî de dimîne.

Werhasil…

Dibêjin xalê me Evdo ji çapemenîyê re gotiye „Jina min ji min berdayî be di nava 4 mehan de porê min spî bû. Van qûnekan 20 sal ji emrê min birin“ û dest bi gazindan kiriye.

Birastî jî xalê me Evdo berê wek xortekî 14-15 salî çeleng û seksî bû, wek wan artîstên Hollywoodê bû. Lê niha bûye wek kalekî 70 salî, por lê spî bûye û hetta dibêjin ku hêdî hêdî kele?kofa wî jî qelp dike, fî?ekan nateqîne. Tev jî ji destê serhi?kîya Recebo û generalan wilo li serê xalê me Gul hatiye.

Wey weledddddd xalê Evdo wey weled!

Law ma tu yê vî halî bû cîgerim?

Naxwe porê te spî bûye ha?

Ê boyax bike qarda?im, waweylê! Ma li dikanên Tirkiyê hinne û boyax nemaye kaka, çend pakêt boyaxa re? bikire û porê xwe bîne ser sêhra berê.

Ma tu wek Fazil Mîranî jî nayê heyran, wî!

Binere bê Fazil Mîranî û hinek generalên PDK û YNK porê xwe çawa re? boyax dikin û dikin qîr û qetran. Tu jî bike, ma tu ji Ey?ika Ereb î babam, halla hallaaaa!

Tirkiye

About The Author