Hew nemaye wî bikin pêxember

Xwedê meriv ji van Tirkên çeqilmast bistirîne. Dek û dolabên ku Tirk digerînin, bawer nakim ku kes bigerîne.

De li sextekarîyê binerin.

Li bajarê Meletê, beledîya Arguwanê, hinekan li serê girekî ax kolane û peykerek di ?iklê Atatirk de çêkirine.

Îcar hinek bêaqil jî rabûne dibêjin „Siphan allaaaaaaa, hebe nebe ev kerameta xwedê û mezinatîya bavê me Atavirqo ye“ û bi ?ev û roj dua dikin.

Yahewlelwelaaaaa quwetulle billehil ezîm!

Kuro law ma kerameta xwedê ji ku derket? Yanî î? û karê xwedê nemaye wê rabe peykerê yekî Selanîkî li serê girekî çêke?  Kuro ma go xwedê teala ji wî hez bikira ew dikir serokê we oxlim? Mane mêro yekî Rûm e, gava xwedê teala dît ku ew bi kêrî Rûman nayê û xwîna wî ne zelal e, rabû li nav ser û guhê we xist û ew kir bavê we û xwe jê xelas kir, wî!

Axir, bi ellawekîl hew nemaye ku hinek ji van çeqilmastên Tirk evê Selanîkî bikin pêxember jî kuro, pek!

Meletê

About The Author