KURD Û T?RK B?RA NE, B?RAT?YA WAN B? J?NA NE, J?N JÎ BELA SERA NE!

Bi rastî jî, nizanim ez dîn im an hin kurdên me yên xwe rew?enbîr dibînin dîn in, nema ji hev derdixim.
Biratiya kurd û tirka!
Biratiya mih û gura!
Biratiya mi?k û pisîka!
Biratiya mi?k û mara!
Biratiya elewî û suniya!
Biratiya cuhû û misilmana!
Û em dikarin bi biratiya xapînok-sexte vî rûpelî tije bikin. Lê bi ya min, ji bo bê fêm kirin bes e.
Biratiya kurd û tirka…
Çi bi guhên mirov xwe? tê ne wisa?
Lê nizanim çend guh ji vê dûri?mê bawer dike?
Ji bo vê bersîvê, divê em bizanbin çend cureyên guhan hene…
Guhbel, guhbastêq, guhmezin, guhrep, guhçepel, guhçoçik, guhmoxil, guhfer?ik, guhker, guhlep, guhçemçik, guhqirêj, guhxiram, guhtasik, guhnermik, guhlastîk û guhbikevnik, guhbipaçik, guhkerik…
Bawer im, ji bilî guhbikevnikan, guhbipaçik û guhkerikan pê ve tu guh ji vê dûri?mê bawer nake.
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav) û Tevgera Reformê, bi hinceta ku ji bo pirsa Kurd li çareyan bigerin konferansekê bi navê ‘Wateya Biratiya Kurd û Tirkan: Pirsgirêk û çareyên wê’ li dar dixin.
Ez ê bêjim li ser xêrê be, lê jiber ku ez ne guhbikevnik, guhbipaçik û guhkerik im nabêjim. Xwedê teala ji peyva belasebeb, vala û pûç hez nekiriye, çima ez ê neheqiyê li zimanê xwe bikim û vî zimanê xwedî xîret zuha bikim û biwestînim. Heyfa vî zimanî ku ji bo ti?tên vala û beradayî biweste.
Xwedê bê erê, Xwedê wê rojê bike qismetê min, ez ê jî be?darî vê konferansê bibim. Wek guhdarvanekî, wek tema?evanekî. Ka bê wê çi bipeyivin, çi têxin serê hev û li ser çi li hev bikin, pirr û pirr meraq dikim.

Gelo ew ê di wê konferansê de kurd û tirka wek hev bigrin?
Gelo bê tirs kurd ê karibin di wê hêwanê de bi kurdî bipeyivin?
Gelo kurd ê mafê perwerdehiya bi zimanê xwe, wê karibin bi birayên xwe yên tirk bidin qebûlkirin?
Yan jî, di konferansê de tirk ê biratiyeke çawa pê?niyarî birayên xwe yên kurd bikin?
Gelo dibe ku tirk bibêjin, ji niha pê de, em ê nehêlin zarokên kurd di dibistanan de li ser tirkbûnê sond bixwin?
Gelo wê bibêjin heta niha me li ser we kurda asimilasyon bi kar dianî, lê ji niha pê de em ê gûyekî wiha nexwin?
Gelo herdu alî jî henekên xwe bi me dikin?
Yan jî li ser biratiyeke çawa wê li hev bikin? Mamesta wan ji biratiyê çî ye?

Kuro deherin ji xwe re karekî, ?ixulekî bikin lo!
Soran nema Kurmanca tahmûl dikin…
Zaza çavê xwe bera pismamtiyê danê…
Zimanê kurmancî li Kurdistana ku em dibêjin azad e, sêwî maye…
Sazî, dezge, rêxistin û partiyên me ji ber hev ketine; yek çêya ê din naxwaze. Em rabûne qala biratiyeke beradayî û pûç dikin.
Di hundurê malbateke kurd de, edî çavê bira bar nabe li bira binêre; em dikin xwe bi zorê bikin birayê ne bira…

Ji kerema xwe edî ne xwe bixapînin û ne jî me…
Me mejî li ser kir…
Me dil li ser kir…
Me navdil li ser kir…
Me gurçik li ser kir…
Me fatre?k li ser kir…
Me hemû lebatên xwe li ser kir…
Me baweriya xwe li ser kir; me xwe li ser kir ji bo bingeha vê biratiyê… Lê em dikin û nakin lê nabe.
Çima lê nabe?
Bi çimento tenê lê nabe ji loma, ji lomaaa!…
Heta nivîsareke din a beradayî bimînin di xêr û xwe?iyê de. Ewil biratiya xwe biparêzin, pi?t re pismamtiya xelkê…

About The Author