Hêsrên tîmsehê dibarîne, min di kumê te kiroooooo!

Têra xwe bi Kurdan lîzt. Bi navê bratî û dostanîyek sexte dijminatîya Kurdan kir. Bû ?êwirmend û aqilmendê hinek Kurdan. Lê pi?tre wek endamê dewleta kûr, endamê Ergenegû yê hat girtin. Ji ber ku erk û wezîfa wî temam nebûbû, serbest hat berdan. Niha hîna jî propaganda Ergenekonê û Kemalîzmê dike, mejî û pisporek ji yê dewleta kûr, Ergenekon û Kemalîzmê ye.

Ez behsa dolheramê birêz Yalçin Kûçik dikim.

Profesorê dewleta kûr û Kemalîzmê Yalçin Kûçik, vê dawîyê be?darî civîna “Yekîtîya Ciwanên Tirkiyê” bû û çend lotikên bergîlkî avêtin, zûrîya, ewtîya û ver?îya.

Kûçik efendî hêsrên tîmsehê barandin, wek ku ji dil dilxwaz û dilê?ê Kurdan be, got:” Ez ji têkçûn û bêhêzbûna PKK dilbiê? im. Tevgera Fethûllah Gulen hem li Mûsilê hem li Diyarbekirê binê PKK dikole, wê lawaz û bêtaqat dike” û bi çavên xwe yên hewlo mewlo li xwendevanan tema?e kir.

Kûçik efendî, wekî din ?îret û zirt û virt li CHP û serokê wê gundî Kemal jî kir û got: „Divê hûn endamên girtî yên Ergenekonê bikin wekîl û têxin meclîsê. Yan na, em ji we bawer nakin. Ev artê? artê?a me ye, em dixwazin artê?a xwe bik?înin xeta Kemalîzma çep, em niha wê xebatê dikin“ û carek din îspat kir ku dolheramo endamê dewleta kûr, Ergenekon û Kemalîzmê ye.

Lê pelûl û ?orba germ çiye hûn zanin gelî xwendevanan?

Pi?tî gotinên Yalçin Kûçik kurê kûçik bi çend rojan, serokê Kurdên dinya û axretê ba?qan Ocalan jî di hevdîtina parêzerên xwe de

(http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=38946) rexne li xwe girt, girtîyên Ergenekonê rûsipî kir û got: „Min texmîn dikir ku ew rê li ber çareserîyê digrin, ji çareserîyê re asteng in, lê ne wilo derke. AKP esasen bi terefê ku çareserîyê naxwaze re li hev kiriye“ û mixabin wek Yalçin Kûçik xwedî li girtîyên Ergenekonê derket.

Ev hemi tesaduf in, lihevrasthatin in nizanim, lê ez wek îmana xwe zanim ku ev dolheramê Kûçik hîna jî dek û dolabên heram li serê Kurdan digerîne, di bin perda bratî û dostanîyê de doxînê ji Kurdan di?emitîne û ne bi serê xwe van lotikan davêje.

Xuyaye wê ev dolheram heta bi mirinê jî bela serê Kurdan be we go çi?

Stenbol

About The Author

5 thoughts on “Hêsrên tîmsehê dibarîne, min di kumê te kiroooooo!

  1. Ma mêrik rast dibê çargo?ê hêza tarî e?kare dike. Perinçek, Balbay,I?s?z û Öcalan ti?tek xerîb nîne qardeshim…

  2. Dema ku mirov li Bakûr, rojava û li tirkîyê cepvantî parast, mirov nikare mafê mirovan biparêze. Ka binêrin „hevdîtinên“, Oclan çawa erî$ Kurd û kurdistanê dike, çawa dijminê mafê gelê Kurd e û çawa erî$ Mesuda Barzanî sermîyanê/serokê Kurdistanê dike.! Y. Kuçuk jî wusa ye.
    Ma Cegerxwîn jî, pesna Stalîn neda.! Ew Stalîn ku, pi$tgirê qira/komkujîya Dêrsimê bû. Yanê pi$tgirê Kemalîyan bû.

  3. Law ev kunekê bê namus Yalcin „Kucik“ heye yaaa, ez li hesht ejdadê vî psîkopatî bikim u hew.
    Haaa, ê tabî bashqanê sererd u binerd jî lawê bavê xwe ye cîgerlerim, tisht nemaye ku tevlihev nekiribe, serê milletê kurd bi shorbeyên kemalîzma tecawîzcî u xwînxwar nekiribe wek zotika mirîshkê dînime îmanime.
    Welle divê kurd ji van herdu camêran bi lez werin xelas kirin, yek ji yê din tehlukettir e elîm ellax lo.

  4. Bê mirado
    Lawo xwedê te bê mirad bibe
    Qey tu fedi nake xiberan dide
    Serokê te ji tirke lawo,ma di teyarêda negot dîya min tirke
    Wî serok kesê weke te kirine kurd ku li ser internetê xibera didin u bêterbyetyê dikin.
    Ah evin berhemê serokê Koska Îmralyê.

Comments are closed.