Ev li qaçora napirsin!

Dibêjin carekê li beriya Mêrdînê, rovîkî nêr yek mê dibîne, îca Iskenderê me li dora Tûsê diçe û tê, zimanê xwe dalêse û kêfa wî radibe. Çiqas pesnê wê dide û xwe pêve duxrîne jî,  lê Tûsê daxwaza Iskender napejirîne. Iskender kir û nekir dît ku çare tuneye, rabû xwest fenekê lê bike:

Iskender: Keçê rihê min! Çima tu nahêle em di hembêza hev kevin û vî agirê dilê xwe bi kêf û avek sar vemrînin?

Tûsê: Na yabo, na! Wê sibê zikê min mezin bibe û nema karim ji ber nêçîrvanan û lotikvanan birevim.

Iskender: Keçê ev hesan e! Ezê sibê biçim Nisêbînê qaçora te çêkim, êdî tukes nikare nêzîkî te bibe.

Iskenderê fêlbaz çû çend kaxez ji dora Nisêbînê anîn û xistin qula tusê û jêre got: Dê û bavê min ?ewitîn heta ku min ev qaçor çekirin, binêre, mohr û imza ?aredarê Nisêbînê jî li ser e haa!  Her dema qaçorçî hatin, vê kaxezê nî?anî wan bide, êdî î?ê xwe ji te naynin.

Rebena Tûsê bi gotina wî bawer kir û sînga xwe û deryê baxçeyê buhi?tê jê re vekir.

Çend mehek derbas bûn û zikê Tûsê mezin bû. Rojekê nêçîrvanek li hespê siwar, bi du tajiyan li wê de?tê ji xwe re li nêçîrê digere. Dema Iskender tajî dîtin, go nigo qurbano! Tûsê bankirê: Kuro here wan qaçora ji qulê bîne, nî?anî wan bide heyran!

Iskender bi bêhn çikandî lê vegerand: Keçê bireve, bireve, evana li qaçora napirsin!

Icar serokên welatên Erebî hemi wek Iskender in. Bi fen, bi dek û dolabên xwe, bi zulm û zora xwe, miletên van welatan jar û hejar kirine, tu rûmet ji bo wan nehi?tine,. Lê wek ku dibêjin „kufir dirêj dike lê zulm dirêj nake“.  Vaye pêlên guhertinê ji Tûnisê destpêkiriye û gihi?tiye Misrê, yeko yeko Iskender ji qulan direvin û li pi?t xwe jî nameyzênin. Lehiya miletan, ne li qaçora dipirsin û ne jî ji tank û topan ditirsin!

Îcar wê sibe dora kê be, tenê Lotikxane dizane û xebera rast li ba wê ye!

Kurdistan

About The Author