Astronotên me dinyayek nuh ke?if kirin

Belê, pi?tî lêkolîn û lêgerînên meh û salan, astronot û sîxurên me li ezmanê heftan rastî ristek nû hatin. Ev rista (sîstem) rojê eynen wek rista gerdûna me ye. Ji rojê, heyv, dinya, stêrk û 5 – 6 planetên cuda pêk hatiye.  

Li gora saloxdanên astronot û sîxurên Lotikleaksê, ew her 5 planetên cuda ji dinya me ya îro bi 2-3 qatan mezintir in û îhtîmalek pir mezin heye ku jiyan jî li ser wan planet û dinyayên cuda hebe.

Li ser bextê astronot û sîxurên me be, sîxurên me dibêjin ku wan bi dorbînê çend kêzik, mi?k, mê? û gêrik jî li ser wan 5 dinyayan dîtine û hetta dengê kûçik û pisîkan jî bihîstine.

Axir, astronotên me niha lêkolîn û lêgerînên xwe didomînin. Heger rêya xwe winda nekin û pa?pa?kî li dinyayê venegerin, em bawerin wê di demek nêzîk de wek tofana Tûnis û Misrê bînin serê ezmanê heftan û bi delîl û belgeyên pi?trast li me vegerin.  

Ez serê we neê?înim, bêhna xwe fireh bikin û li benda raporên astronotên me bin.

Heger hat û astronotên me jiyanek nuh li ezmanê heftan dîtin, emê tapo û qoçanên ezmanê heftan bi nîvê hek, fîftî fîftî bifro?in xwendevanên xwe..

About The Author

One thought on “Astronotên me dinyayek nuh ke?if kirin

  1. Law bi serê memikên xaltîka me Fatê-ya hundabuyî be, yabo qurban hun bi xwe dibêjin ku sîxurên Lotiklaeksê mishk jî dîtine. Êêê, welle bi serê xirrê Mam Celal be, êdî ew planet ya me mishkên bê derpî u kurdîperest e, tishtên din teferruat in cîgerlerim. Tew kunek lawê kunekan Husno NeMubarek jî were ji vî va, neyê jî ji vî va, ihi.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.