Dewleta Sûrî xwestekên PYD ê pêk anîn

Av çû bin qûna Be?arê me jî,  hima di cî de endamê Partiya yekitiya Demoqrat (PYD) Isa Hiso û 15 hevalên wî berdan û gotin li qisûra me nenerin hevalên hêja.

Mêrik ji hilwe?andina rêcîma xwe tirsiya weyyyy, ji ber vê pê?î PYD ê partiya herî mezin ya Kurdan a?t kir û lotikek qerase avêt.

Weke ku ajanên Lotikxanê ji min re gotin, berî 5 ê mehê dewlet bi PYD re rûni?t û ji wan xwest ku „roja 5 ê mehê dernekevin kolanan.  Bi telaq hûn çi bixwazin emê bidin we, ber wek Misir û Tûnis li me neyê ez qurban, hêlikên we me Kurdino“.

Bersiva PYD ê jî ev bû: Ger hûn di vê xwesteka xwe de semîmî bin û dek û dolaban li serê me negerînin, pê?î hevalên me yên girtî berdin û dûvre werin em li ser çareseriyê biaxivin.

Bi qurana ser sênga pêxember, ev cara pê?iye ku dewleta Sûrî soza xwe bicî tîne û serê xwe li ber xwestekên Kurdan ditewîne, wey aferin gunikre?no aferîn!

Dîsa li ser bextê ajanên me be, dibêjin asayi?a Sûrî  bi van partiyên din re jî rûni?tiye û ji wan xwestiye ku bi edeb rûnin. Wan jî gotiye ‚’’ala resî sîdî’’ bera dilê we di cî de be, em saxbin em nahêlin 12 ê Adarê dubara bibe.

De xwedê kerîm û rehîm e, sibê çi dibe çi nabe kes nizane..

About The Author