Ma we di 1946an de nas bikira ne dibû?

Herkes li ber a xwe ye. Berjewendî di ser her ti?tî re tê girtin. Kesên ku doh Kurdistan wêran dikirin, Kurd diqelandin, îro pesnê Kurd û Kurdistanê didin û dibêjin “?aba?”.

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin xwedêgiravî  konsolosê gi?tî yê Rûsya yê li Hewlêrê Waqîf Garayev, gotiye ku “Kurdistan bihu?tek xwe? û bedew e û ez pê serbilind im ku ala Rûsya li Kurdistanê pêl dide” filan û fîstan.

Êêêêêê, petrola Kurdistanê pir e û berjewendîya Rûsya jî tê de heye kak Garayev, ma çima tuyê kêfxwe? nebî babekem?

Kakacan Garayev herweha bi sê telaqan sûnd xwariye û gotiye ku “Heger Kurdistan serxwebûna xwe êlan bike, wê Rûsya serxwebûna Kurdistanê nas bike” û lotikek qerase avêtiye.

Halla hallaaaaa ya siphan alla!

Ma go we di sala 1946 an de Komara Mahabadê nas bikira û we ew di nav lepên keftarên Îranê de nehi?ta, ne çêtir bû qurban? Niha wê be?ê Îranê jî serbixwe bibûya û be?ê Iraqê jî. Yanî wê du parçeyên Kurdistanê ji bin nîrên dijmin derketina.

Werhasilî kelam, gotina xwe? xwe? e lo. Hema derew be jî gotinên birêz Waqîf Garayev xwe? in ellawekîl.

Xwedê xêra wî qebûl bike rebbî..

Lê ez nizanim gelo serokê wî Vladîmîr Pûtîn di derbarê serxwebûna Kurdistanê de çi difikire. Gelo wê dewleta Tirk bike bi qurbana Kurdistanê?

Hewlêr

About The Author

2 thoughts on “Ma we di 1946an de nas bikira ne dibû?

  1. Rûsya ji Kurda re deyndare him jî deynê wan girane. Kurdistana Sor hilwe?andin, Kurd bi fermana Stalînê simbêl boq sirgun kirin, Komara Mehabadê bi pi?tgirîya wan hilwe?andin, rejima Baasê di bin baskê wan de li Kurda zilûm kir.
    Bila berê gûxwarinên xwe paqi? bikin pa?ê em ji wan bawerî bikin.

  2. Ê sayin bashqan Garayev, ez li kefena derewînan nim yan na, hi?
    Law kunekê heram yê ku doh Saddam diparast, li dijî kurdan êrish dibir ser welatên rojava, hun bê namusên bê namus nebun, hey min li îmana we kirinooo.
    Tew bila xwedê wan mishkên we yên zerik u germik nexe destê min u wesselam. Welle ez ê qiyametê rakim dînime îmanime.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.