Werin gurçikên bela?!

Xwedê mala feqîrî û xizanîyê xera bike. Feqîrî mirov ewqas pîs û stuxwar dike ku nayê gotin.

De binerin bê feqîrîyê çi anîye serê rebenê Suleyman Guçlu efendî.

Suleyman Guçlu 6 hezar lîre deyndar e. Rebeno kar peyda nake û  çima ku feqîr e û nikare 6 hezar lîre deynê xelkê bide wan, rabûye gurçikek xwe derxistiye mazatê û daye ber firotinê.

Suleyman Guçlu, bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa sûnd dixwe ku gurçika wî zêde nehatiye xebitandin û pakij e. Kesê ku gurçika wî bikire li fêdê ye û ne li xisarê ye.

Îcar hûn zanin babam. Heger gurçikek nîv xebitandî ji we re lazim be, serî li Suleyman Guçli efendî xin. Hem hûnê bibin xwedîyê gurçikekê û hem jî hûnê Suleyman efendî ji deynê wî xelas kin.

Ji min gotin…

Hûn gurçikê dikirin yan nakirin ji vî ve û hûn sax…

Izmîr

About The Author