Erê dinyayê!

Belê…

Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpa?alî Erdogan hat Hewlêrê û bi alên Kurdî û Tirkî hat pê?wazîkirin.

Dibêjin fêda tirsê ji mirinê re tuneye.

Hetanî berî çend salan jî, Tirk wek marên re? ji Kurdên ba?ûr û bi taybet jî ji serok Barzanî û PDK ditirsiyan, li ber çavên wan wek tenîya binê bero?ê bûn, ew wek seroke?îr, hov û nijdevan didîtin, wilo qebûl dikirin. Lê dem hat, dewran zîvirî, ew seroke?îrên Kurd bûn serok, bûn wezîr û rayedarên dewletek federal, bûn xwedîyê alayek fermî û Tirk jî mecbûr man herin ber lingên wan û di bin alaya Kurdistanê de biaxivin.

Helbet wê partîyên mîna MHP, CHP û çeqilmastên wek wan li dijî serdana Erdogan derkevin û vê serdana wî wek pi?tgirîya Kurdên ba?ûr û terorîstan ji bo propaganda xwe ya hilbijartinê bi kar bînin. Lê herweha Erdogan jî belasebeb nehatiye Hewlêrê haaaa, na!

Ji bo ku bandora serok Barzanî û PDK li bakurê Kurdistanê heye û gotina wan di nav Kurdên bakur de derbas dibe, mêro dixwaze xwe li ber dilê wan ?îrîn bike da ku hinek e?îrên Kurdên bakur deng û rayên xwe bidin wî û partîya wî. Yan na, Kasimpa?alî wilo ne a?iqê çavên Kurdên ba?ûr e kaka. Wê ji alîyekî dîsa wek berê bixwaze ku Kurdên ba?ûr ?erê PKK bikin (ku êdî ew xewn e), yan jî wê bixwaze ku generalên KCK qaîl bikin ku çekên xwe deynin û werin têkevin zîndanên dewleta Tirko û bi çend lotik û zîtirkên nermik mesela Kurdên bakur bincil bike.

Ez serê we neê?înim, di her halûkarê de serdana Erdogan gav û lotikek erênî û pîroz e. Wê bi xêra serdana wî, çend rojan jî be, wê alên Kurdî û serokên ba?ûr di medya û televizyonên dewleta  Tirko de cîh bigrin û wek derzî û ?ûjinekê têkevin çav û guhên wan. Ev jî lotikek pîroz e wesselam…

Hewlêr

About The Author

7 thoughts on “Erê dinyayê!

  1. edi tirk kedi bun feri ala kurdistane bun u parceyek welateme qebul kirin her cend ne gotin kurdistan ji edi serok esiren me bun serok hukmet ev tir ji tirkan re nema. edi we rojeke teroristen me ji bibin nuneren gel. hun sax. erdoxan bas ise xwe dizane hat kurdistane ne got kurdistan dile fasistan xwes kir hat cem kurda ji xwe doste wan nisanda dile wan ji xweskir.yani xwest ji herdu aliyan denga bigre. le kurd ne kurde bere ne insallah u hun sax.

  2. wey serê we xwarîî… ulen ew bû bratîya kurdên çar perçe.. kujêrên bakurî yan bi aliyê ba?rîyan bi ala tirkan tê pê?wazî kirin!!!!!!!! bijî kurdistan.. bimre koledar!!!!!!!

  3. eeeee ew siyasete bavemin, ma tu nizani
    ma ne kerdoxan ji bi salane ala kurdan inkar dikir ü ye go qala we dikirji, raste rast dikir nava 4 diwaran de. Lebele iro ewji ( Tabi li ser feyda xwe) di bin we ala renginre dice ü te……le emji dibejin ti ne li ser seran ü ne li ser cavan hati Kerdoxan hew…..ka ciqasi te dile kurdan esandiye, weqasi dile teji beese ü bese…

  4. Birêz cîgerhezan ên lotikxaneyê ma wêneyek xwe?tir tune bû lo/lê?
    Gelo erdogan çawa li ala me yê pîroz dinihêrt û rûyê wî çawa bû, ka wêneyek wisa biwe?înin kerema xwe.
    Gelo ala rengîn wek neynikê li rûyê wî de dibiriqiya? hhhh ))

    Dê qencî û xêra vî lotikê gelê tirk (û mixabin hin kurd jî) hînê ala Kurdistanê bibin.

  5. lawo lot?kvanu lot?kvanc?no ma derde we ç?ya weyyyyyyyyy
    b? sala del?ke ç?ller u ek?ba we kurd ku?t?n u x?st?n b?re as?de wendak?r?n,d? ser?de ka?o a??t?xwaz u demokrate me deng nek?r?n,le ku ew m?s?lman me kurde nasd?k? u d? b?n ala medeye em be fed?k?r?n eri?i w?n d?k?n,EDI BESE say?n karde?lerim,bese w? z?mane ergonekonc? dew je berd?n.

  6. Bi telaqê bê fitîl ew ti?tekî pir ?erm ji bo herêma Kurdistanê, gelek eyb bû. Heta dawî rezalet bû. ma ez çi bêjim Xwelî li serê wa be

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.