Ka netewperestên me?

Partîya AKP, ango partîya Kasimpa?alî Receb, bûye hêlîna nîjadperestên Tirkiyê. Me digot qey MHP û CHP nîjadperest in, lê xuyaye AKP tirr ji MHP û CHP berdaye û wê hê jî berde. AKP û Kasimpa?alî Receb siyasetek wek siyaseta “marê kor” dime?îne. Ji îslamîstan bigrin, heta bi çep û fa?îstan di bin çadira xwe de dihewîne. Ji bo çavê Kurdan jî biseyîne, car caran çend hestîyan jî davêje ber Kurdan. Yanî, dek û dolap, xefik û dehfikên Osmanî ha.

Alparslan Turke? serokê fa?îst û nîjadperestên Tirkiyê bû. Kurê wî Ahmet Kutalmi? Turke?, bû namzetê AKP û Kasimpa?alî Receb. Û bi dehan nîjadperestên mîna wî.

Ahmet Kutalmi? Turke?, rastîyek dîrokî anîye zimên ku belkî gellek ji me Kurdan wê nabînin.

Wek çi?

Wek netewperestîya Erdogan.

Ahmet Kutalmi? Turke?, sedema ku bûye namzetê AKP wilo ?irove dike:

“AKP Tirkiyê mezintir dike, gelê Tirk bextewar û azad dike. Mezinkirin û bextewarkirina milletê Tirk netewperestîya herî mezin e. Ji ber vê; Kasimpa?alî Erdo ji bo min tetewperestê herî mezin e” filan û fîstan

Îcar ez ji we dipirsim kaka:

Gelo wê kengî ji nav me Kurdan netewperestên mezin ên wek Erdogan derkevin û Kurd û Kurdistanê mezintir bikin? Yan heta hetayê emê qûna dijminên xwe balêsin û bratîya wan bixwazin?

Stenbol

About The Author