Gundî Kemal dîsa lotikek pa?ûpê avêt

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû, angp gundî Kemal, li Dêrsimê lotikek pa?ûpê avêt xelkê û xwelîya heft gundên Dêrsimê li serê xwe kir.

Gundî Kemal ê ku tucarî Kurdbûna xwe qebûl nekiriye û Kurdbûn ji xwe re wek “toqa naletê” dîtiye, li Dêrsimê behsa dîroka xwe û e?îreta xwe kir û wek her carê dîsa xwe kir Tirk û virq. Mêro di axavtina xwe de got ku qa?o ew ji e?îra Kurey?an e, Kurey?an e?îrek Turkmen e û eslê wan jî ji Tirkên Asya Navîn e.

Ûlan ewladim, ma Kurey?î ne e?îreta Hz. Mihemed e oxlim? Ma Turkmen û e?îra Kurey?an? Kurey?î e?îretek Ereb e, çi î? û karê Ereban li Asya Navîn heye û ew kengî bûne Turkmen?

Werhasilî kelam, ji bo ku eslê xwe înkar bike û Kurdayetîya xwe qebûl neke, gundî Kemal çi ji destê wî tê dike. Tu dibê qey wê bi înkara gundî Kemal Kurd ji dinyayê biqelin. Kuro cîgerim, wê CHP a te tirr ji Dêrsimîyan berda, qirra Kurdên Dêrsimê anî, ma tu ?erm û fedî nakî tu hîna jî didî dû ?opa Mistoyê kor û eslê xwe înkar dikî baba?

Axir canim, bi tirr û fisan tenûr germ nabe. Gundî Kemal ne yê pê?î ye û wê nebe yê talî jî. Kurdên ku eslê xwe înkar dikin bi çewalan hene. Bela gundî Kemal jî zêdebûna ser kezebê be ma dinya xira nabe…

Dêrsim

About The Author

5 thoughts on “Gundî Kemal dîsa lotikek pa?ûpê avêt

  1. keri ma di qenà to nayà .kami zuri kenà, ma cirè vani chas.faci ezi kemalista bè cinsà.ma to u embazàni to sinasano.Qutiki dersim qena to, ataturk u ismet na heri tirko.

  2. „Gundî Kemal dîsa lotikek pa?ûpê avêt“

    Rêzdar Selam Dêrsimî.! birayê hêja, ma heta roja îro gundîyan çi xirabê bi doza Kurd û Kurdistanê kirine.!

    Dema ku mirov bizavên Kurdistanê heltîne-datîne/dikole, em ba$ dizanin ku, têko$erên wan bizavan hemî jî gundî ne.! Ez dîsa vê mînakê jî bibêjim ku; îro li Ba$ûra welatê me azadî gav bigav ge$ dibe.. Ew ne berhemên gundîyan e jî.!

    Ma Pê$mergeyên bizava Ba$ûra welatê me, bajarî bûn.! Bila nayê bîra kirin ku, dijminên Kurd û Kurdistanê jî dema ku erî$ desthaltîya Ba$ûra Kurdistanê dikin, herdem peyva gundîtîyê û netewperestên hov/ilkel milliyetçi kar tînen..

    Divê mirov di bin bandora çanda dagirkeran dûr bikeve û rew$a civaka xa/xwe ba$ binirxîne..hwd. Silav û rêz.

  3. Wele R. Sîtav tû jî wekî Gundî Kemal tiliya xwe dikî hemû kunên dîwaran re. Ev nayê wê wtayeê ku birayê me yê hêja Selam Dêrsîmî heqaretê li gundiyan bike. Lê tu bi mejiyê xwe yê teng û gundikî her ti?tê ?a? fêm dikî û berê xwe didî ba?ûr. Eybe ji te re rêzdariya me hemûyan ji pê?mergeyên ba?ûr re hene. Lê dema behsa gotinek a Kurdên bakûr tê bêhn ji te tê. Eybe ji te re lawoooooooo.

    Mijarek pir xwe? û bi wateye, kesê neteweya xwe înkar bike, çi wateya wî nîne. Dest xwe? kekê Dêrsimî.

  4. Gumane birêz Ji bo R.Sîtav di nav cepvanê me da cî digre û bingeha dijitîya wê/wî hemberî doza Kurd û kurdistanê jî, ji Enternasyonala Qomûnîst (EQ) pêk tê. Tê zanîn ku, dema ku Kemalîyan Dêrsim qir/komkujîya Dêrsimê dikirin, EQ jî pi$tgirîya kemalîyan dikir.. Û digot, Lê dewera Dêrsimê, ew kesên ku dijî reformên kemalîyan derdikevin, hemî jî gundîne, pa$verûne, e$îretin..hwd.
    Divê mirov nebe bajarî û nebe dijminê gundîyan, bes bibe Kurdewar.!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.