Tûncelî ya Kemalîst lotikek li BDP xist

Birastî ez ?erm û fedî dikim ku ji warê Seyid Riza, Elî?êr û Elî?an re bêjim DERSIM. Ew qehremanên ku ji bo Kurd û Kurdistanê ?ehîd ketin û bûn qurban, îro ji alî torinên xwe yên Kemalîst ve di gorê de tên ê?kencekirin.  Tûncelî bûye kelehek ji kelehên CHP û Kemalîzmê û bi qasî derhemekê jî ruhê Kurdewarî di Tûncelîyê de çênebûye. Helbet ev gotinên me ne ji temamê Tûncelîlîyan re, lê ji piranîya wan re ye.

Yek ji Kemalîst û bîjîyên Tûncelîyê wekîlê CHP Kamer Genç e. Ji roja ku min xwe dîtiye, Kamer Genç di meclîsa Kemalo de ye û rojekê tenê jî behsa Kurdan nekiriye. Xwînheramo xwe wek Tirk dibîne û Tirkayetî û Kemalîzmê di ruhê Tûncelîlîyan de dire?îne.

Di vê hilbijartinê de BDP hunermend Ferhat Tûnç ji Dersimê kir namzet. Lê Tûncelîlîyan xirrê Kamer Genç li xwe ceriband, rayên xwe nedan yekî wek Ferhat Tûnç û dîsa dengên xw dan endamê dewleta kûr û Ergenekonê Kamer Genç.  Kamerko berî roja hilbijartinê bi rojek du rojan dîsa çîroka xwe dubare kiribû û gotibû „Kurdên çi? Em ne Kurd in, em Tirk in“ û  îspat kir ku Rêberên xayîn“ ji Tûncelîyê kêm nabin.

Axir, Tûncelîlîyan zîtirkek qerase li BDP û Kurdan xist. Warê Seyid Riza, Elî?êr û Elî?an bûye warê çeqel û keftarên wek Kamer Genç û hêlîna bîjîyên Mistoyê Kor. 

Ê de derbasbûyî be cîgerim Ferhat Tûnç!

Ma law heta Kemalîstên wek Kamer Genç hebin, Tûncelîlî dengên xwe didin welatperwerekî mîna te cîgerim!

Na na, bi ya kekê xwe bike û êdî Tûncelîyê li xwe, dê û bavê xwe biherimîne. Di hilbijartinên pê?îya me de ji Kenya û Somalîyê bibe namzet, lê ji Tûncelîyê nebe namzet û tu sax…

Dersim

About The Author