CKAHR-INC semînarek li ser zimanê Kurdî rêk xist

PUKmedia /Silêmanî

Roja ?emiyê 11/6`an, Rêxistina Kenedî-Kurdî ya mafên mirovan CKAHR-INC semînarek li ser bikaranîna elfabeya Kurdî ya latînî di zimanê Kurdî de û û girîngiya ?êwezarên Kurdî û pê?xistina wan bi awayekî karekî û akademîk saz kir ku ji aliyê Can Êzîdxelo ve li hola Kordonya ya Silêmaniyê hat pê?kê?kirin.

Destpêka semînarê, rojnamevan Hozan Xelîl Mursid Efrînî, berpirsê rêxistinê yê Herêma Kurdistanê,  gotarek pê?kê? kir û têde ronakî xist ser girîngiya zimanê Kurdî û bikaranîna alfebiya Latînî ya Kurdî bi awayekî akademîk.

Pi?tî wê jî, mamoste Can Êzdîxelo, ku yek ji endamên çalak yên Komeleya Mezopotamiya ya çandî yê rojavayê Kurdistanê ye, dest bi pê?kê?kirin û ?irovekirina lêkolîna xwe ya derbarê elfabeya zimanê Kurdî ya latînî, kir. Ew jî bi be?darbûna ?andeyên mêvan yên perwerdeyî û çandî ji Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Mamosteyên Serdem, mamosteyên Yekgirtû, mamosetên Komelî Îslamî, mamosteyên Zehmetkê?an, kanalên esmanî wek Gelî Kurdiswtan, Peyam, Nalya û radyoya Goran.

Pi?tî ?îrovekirinê, hin kesên be?dar û çalak ji mêvanan gotin û nêrînên xwe li bare zimanê Kurdî û bikaranîna elfabeya latînî ?irove kirin û spasiya hemû aliyan kirin ku karîbûn vê derfetê derxînin pê?. Pi?tre jî pê?kê?karê semînarê bersiva pirsên be?daran da, û pi?tre jî çawaniya kar û pê?xistina wê li ser bingeha latînî ji hemû ?êwezarên Kurdî re û le hemû par?çeyan ?irove kir.

Li aliyekî din jî, di wê ?evbuhêrkê de, rêxistina Kanadî-Kurdî parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên rêxistinê xelat kir, Can Êzîdxelo ji ber Komela Mezopotamya ya Çandî K.M.Ç ve, Ziyad Ebdelah Hemze, xwedanê hola Kordonya ji ber xebat û alîkariya bêberamber.

Li dawiyê jî, 20 endamên nû yên rêxistina Kanadî-Kurdî bawernameyên xwe wergirtin.

About The Author