HELA WERIN WERIN TUCARÊ NOKAN HATIYEEEE !

Wextekî zilamek ji Mû?ê nexwe?ê xwe dibe Erzeromê ba doktor, doktor miayene (sehandin) dike û di nexwe?xaneyê de dide razandin. Zilam derdikeve  çar?îyê  digere, dilê wî leblebîyê nokan dixwaze.

       Dikeve  dikanekê (firo?geh) û dibê: “ Leblebi var m? acaba? (gelo leblebî heye ? )“

 Macirên (koçber) Kafkasî dada?ên Erziromî ji berê de neyarê Kurdan e, qet ji wan hez nakin û biçûk dibînin. Zilamê Kurd kêm dibîne ji ber wê  dibêje: “He var sen gaç kilo alecen? ( erê heye tuyê çend kîlo  leblebî bikirî ?)

Zilamê Mû?î dibê: “ Kilo de?il 100 gram al?p elimde yiyece?im (ne kîlo ezê sed  gram bikirim û di destê xwe de bixwim lo)

Dada?ê kûçikbav hema  derdikeve derve  û bi dengê bilind gazî dada?ên cîranê xwe dike û dibê: “ Ula hele  celin celin Mu?’tan bir nohut tuccar? celmi?,  ya adam 100 gram leplepi aleceymi? hahahaha ( hela werin werin ji Mû?ê tucarê nokan hatîye sed gram nok dikire)

Hemû bê?ekarên (esnaf) Erziromî bi zilamê Kurd dikenin, armanc rencîde kirina wî ye, werhasil…

     Îro jî dibên: “ Hela werin oxlim werin meclîsê, emê çareyekê bibînin “ û didin lotikan.

Bi qebra hecî, bi ?a?ika seyda û bi kofîya xaltika Fatê, çavê wan lê ye dîsa Kurdan bikin xefikê û rencîde bikin. Fersend ev fersende, hema  li  Dîyarbekirê meclîsa xweserîya demokratîk saz bikin heke  hûn cidî ne cîgerim.

Kurdistan

About The Author