Heke ne fen e, ev çi dar û ben e?

  Wê rojê serokê KCD Ehmed Tirk got ku “Emê meclîsa Kurdistanê ava bikin”.

Halla hallaaaa û ya siphan alla!

Ê ba?e cîgerim,  ma gelo ji we re nabêjin madem go hûn meclîsa Kurdistanê dihebînin, ji bo çi hûn çûn we mazbata parlementerîyê wergirt û hûn mea?ê parlementerîyê distênin? Heger ji dil avakirina parlementoya Kurdistanê di ruhê ve de hebû, çima we di propaganda xwe de ne got “Gelî milletê Kurd, qurban û heyran, heke em namzetên serbixwe serbikevin, soz be em naçin Enqereya paytext, emê li welat parlementoya xwe ava bikin, loma em Kurd in u çareseri ne li Enqereya paytextê Tirka ye, çareserî li Amedê, li paytextê Kurdistanê ye cîgerimmmmm!“

  Ehmed Tirk û hevelbendên wî yên vek Aysel Tu?luk, gelo ji dil dibêjin çareserî li Amedê ye û emê parlementoya Kurdistanê vekin? Ê ba?e babam, gelo çima rê li ber Enqere asê nakin û dibêjin; “?ert bên guhertin em karin herin Enqerê qarda?im” û didin lotikan?

 Henekê xwe bi bi xwe bikin xalê Ehmed, ne li me qurban. Me ji van henekan têr xwariye û em bi wan virikî bûne ellawekîl…

Ger hûn ji dil dixwazin parlementoya Kurdistanê ava bikin, pê?i herin îstîfa xwe bidin û pa?ê dest bi lotikan bikin.

Êdî bes e lo, welle û bille bes e! Bes bi rûhê neteweyatîya vî milletê reben bilîzin yaw, wî!

  Werhasilî kelam, heke roja pê?î we bigota; “Me bibijêrin lê emê neçin parlementoya Tirko. Em bi banga netewîtî pi?tgirîya xelkê distênin, em naçin parlementoya dagirkeran û mazbata xwe ji nastînin“. Aha wê demê we karibû bêjin; “Cihê Kurdan Amed e û parlementoya Kurdistanê ye. Em bi raya gelê xwe hatine hilbijratin, parlementoya Enqerê ji me re ne pêwîst e” filan û fîstan. Aha wê demê meyê ji we re li çepikan xista. Lê babam hem hûn li defê dixin û hem li zirnê, ma ev bû xalê ehmed?

About The Author