Juni 2, 2023

Dûayên Nedîtî

Camêrek bi navê Ristem li gundekî girêdayî Mêrdînê dijî.
Rojekê destê wî teng dibe. Pere jê re lazim dibe û dikeve nav mitalan.
Fikir û raman mejî li wî dikemirîne.


Ristêm berê xwe dide mala cîranê xwe Rizo da ku çend quri?an jê deyn bike û bêhna wî bê ber wî..
Ristem li deriyê hew?ê dixe û pi?tî kîliyekê, derî vedibe.

Gozêya xanima Rizo derî vedike. Pi?tî lihevpirsîna hal û wextê hev, Ristêm devê xwe dibe û tîne û ji Gozê re dibêje;
“Ji kerema xwe re tu karî bangî Rizo bikî? Karê min bi wî heye.”

Gozê ji devê derî bi dengekî bilind diqîre û bangî Rizo dike.

Rizo teva derpiyê xwe yê sentatîk tê li devê derî disekine. Dema li devê derî çav Ristêm dikeve, yekser jê dipirse;
“Xêr e cîran? Çi qewimiye?

Ristêm bi ?êwazeke ?ermok devê xwe dibe û tîne, dibêje;
“Welleh cîran hezar wereqe ji min re lazim e. Heke li cem te hebe…”

Rizo ne dibêje erê û ne jî na. Yekser berê xwe bi hundir vedike û dibeze. Di hundirê sê-çar deqeyan de pere di dest de vedigere. Pereyan dirêjî Ristêm dike û dibêje;
“Hezar wereqe û ne ti?tik. Min jî go hela bê çi qewimiye. Te ziravê min qetand malnexerabo!”

Ristêm bi dana pereyan re, ruh bi wechê wî de tê. Wechê wî vedigere û bi?irînek digre ser rûyê wî. Ji ?a? û kêfxwe?î dest bi dûayan dike;
“Wey Xwedê zarokên te bihêle! Wey Xwedê miradê zarokên te bike! Rehma Xwedê li dê û bavê te be! Xwedê xêra te qebûl bike! Xwedê û pêxember ji te razî be! Xwedê Teala lawekî du kîrî bide te!…”

Bi gotina lawekî du kîr re, Rizo û Gozê ?a? û matmayî li çavên hev dinêrin. Rizo dibêje;
“Wey Xwedê Teala keçeke du quzo jî bide te!”

Ristêm wechê xwe tir?otahlî dike, dibêje;
“Ew çima? Tu ?erm û fedî nakî, tu van ?itexaliyan dikî?”

Rizo dibêje;
“Malnexerab, te go Xwedê Teala lawekî du kîrî bide te. Bawerî bi Xwedê nayê, lê ku li ser daxwaza te lawekî du kîrî bide min, ez ê çi xweliyê li serê xwe kim û ez ê vî lawikî çawa û bi kê re bizewicînim. Wê kîjan dê û bav keçika xwe bide lawê min. Ji ber vê jî min go bila Xwedê Teala keçikeke du quzo jî bide te da ku rebenê lawê min li ber kera nemîne…”