• Di. Jun 28th, 2022

Ev jî festîvala rengo mengo ye

VonLotikxane

Jul 17, 2011
0 0
Read Time:51 Second

 Li Awûstûrya yê, ji sala 1998an ve festîvalek herî rengo mengo tê lidarxistin û dê weledê xwe davêje. Di vê festîvala wênesazîyê de ji her alîyên cîhanê wênesaz tên Awûstûryayê û hunera xwe pêşkêşî lotikvan û temaşevanan dikin. Wênesazên ku wêneyên xwe li ser laş û bedena mirovan çêdikin, meriv matmayî dihêlin û laş û bedena mirovan bi rengên kesanedî dixemilînin.

Ez serê we neêşînim, piştî ez çûm vê festîvala kesanedî û min hunera wan wênesazan dît, min jî biryara xwe da ku ez bibim wênesazê laş û bedenê û dest bi lotik û zîtirkên wêneyan bikim. Lê ezê wek wan wênesazan wêneyên xwe li ser laş û bedena mirovan çênekim. Ezê wêneyên xwe li ser bedena heywanan çêkim. Bi taybet wêneyên pir xweş li ser zik û qêlên ker, bergîl û çêlekan çêdibin û ezê wêneyê yekem li ser qêl û kelefên çêlekek Hollandî çêkim.

De haydê kaka, betalî xirabmalî ye. Hûn jî dest bi wênesazîyê bikin û ji mirîşk û elokan dest bi lotikan bikin..

Vîyana

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %