Vegera wî li ser xêrê be rebbî!

Belê, xalê me Kemal Burkay biryara xwe daye û wê di demek nêzîk de vegere welêt. Ê helbet xerîbî zehmet e, dil dixwaze ku her Kurd karibe vegere welatê xwe û li ser axa bav û kalên xwe jiyana xwe bidomîne, kar û xebata xwe ne li xerîbîyê lê di nav gelê xwe de bimeşîne.

Xalê me Burkay di hevpeyvîna bi rojnama Rudawê re tu tiştên balkêş û di cîh de gotiye.

Yek jê gotiye: Ezê bi tu awayî bir û baweriyên xwe neguherînim û li ber neyarê xwe serê xwe netewînim”.

Ya duyem jî gotiye: “Hêvîdar im siyaseta Kurdan û Tirkan hewcedarî kalekî wek min 74 salî nebe”.

Gotine yekem gotina mêr û mêrxasan e. Heke heta îro serok û rêberên Kurd bawerîyên xwe neguhertina û serî li ber neyarên xwe netewandibûna, belkî îro Kurd ne di vê rewşê lê di rewşek pêşdetir de bûna. Lê mixabin ji ber ku piranîya serok û rêberên partîyên Kurd li ser tînin û gotinên xwe neman û û serî li ber dijminên xwe tewandin, hem xwe, hem partîyên xwe û hem jî Kurd xistin rewşek xirab, hem bi xwe de û hem jî bi doza Kurdî de rîtin. Ez bawerim Kemal Burkay ê ku ji 1974an û heta niha dîtinên xwe neguhertine û wek mêran li ser gotinên xwe maye, wê ji îro û pê de jî gavê bi şûnde navêje û dilê dijminan xweş neke, wê wek hinekan sibê, nîvro û êvarê siyasetek cuda nemeşîne.

Ya duyem jî rast gotiye. Bela dilê xalê me Burkay rehet be. Êdî hewceyî bi siyasetmedarên 74 salî re nehiştine. Ciwamêran siyaset anîne wê rewşê û civatek wilo çêkirine ku heta zarokên di pêçekê de jî bûne siyasetmedar, serok û rêberên Kurdan. Ji ber vê; bela dilê xalê me Burkay rehet be. Heta zarokên ku tîner û esrarê dikşînin û di kolanên gund û bajarên Kurdistanê de serê govendê bikşînin hebin, wê hewceyî bi siyasetmedar û kedkarên wek xalê me Burkay nemîne.

Axir, ez vegera xalê xwe Burkay pîroz dikim û hêvîdarim ewê li ser axa bav û kalên xwe berhemên baştir pêşkêşî xezîna çand û zimanê Kurdî bike.

Îcar pirsa me ev e gelî xwendevanan:

Gelo di çente û tûrikê xalê me Burkay de çi heye?

1-    Pasaport û nasnama wî heye

2-    Firçe û macûna diranan heye

3-    Derpî û fanêrê şevê heye

4-    Şerwalek, qutikek û qirawatek heye

5-    3 qelem û defterek bîranînan heye

6-    Xirtûşek Marlboro û 5 çeqmaqên muxtaran heye (ji bo wek diyarî bide dostên xwe)

De yalla…

Heçê tê derxe, emê bilêta çûna ser hivê jê re bibirrrin û wî bişînin ezmanê heftan. Çûn li me û veger li we babam, de yallaaaaaaa……!

Swêd

About The Author

9 thoughts on “Vegera wî li ser xêrê be rebbî!

  1. ez dıbe kitik yani jı pisike wı pereya,
    u çend helbeste bı zımane tırkı ,ku bıde sezen aksu heya..
    bawerım bı serkefe xale kemal..

  2. Xemi Dersimi biryàr dani biziwirin u bi naven 77 bawen xwu sond u kesèma kirini hev edi kurdiyati bikitin.miroven ne Dersimi bibin tekili nekitin.

  3. Hmmm, heger zimanê tirkan di turikê da hebe, bila qet neyê. Law kech u jinên me mishkan bi temamî bune koleyê zimanê tirkên dolheram qerdashim. Bi serê Sofî Xelef u xaltîka Fatê be, ez ê solên xwa bi ser xalê me Kemal da bavêjim ha. De bes eee!

  4. Tisrên ku heyfa min pê tê,ku ciwanên kurd ne kesayetî u ne jî nirxên gelê xwe bas nasnake.
    Ez bi xwe nizanim bê ci di turkê wî di heye,lê tistin ez hêvîdikim ku di turik de welatperwerî,xebata yekiti,mêrantî,serbilindî u cwanmêrî hebe.

  5. Ez bawer im, we tê dernexist. Ez dizanim ci di tûrikê wî de heye, bes ez diyariya xwe dixwazim…

    Ezê bêjim; pisîkek di tûrikê wî de heye!!!

  6. ez diben edi ne hewceye em ser burkay binivisinin. bi telefoneke hat cem besir atalaya ma vir bi perane. hema bila bije ez guherime u her bije ka ci wata xwe heye.

  7. keka cima we sirova min ji biriye ma ne raste burkay efende bi telefonke besir atalay hatiye mane bi devê xwe gut wi ew vexwandim. yani we here turkiye bike demokrat u buhista ser ruye dine wey xweli li sere kurden reben bibe. ji bo xwe bide axaftin tenê ew mabu vegere tirkiye.

Comments are closed.