AKP û wesayeta nû

Hinek alîgiren AKP ê û AKP bixwe, ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq û siyaseta restorasyona komarê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û wesayeta nû û ji pêşketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin. Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên ku şerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetçiyan teng bikin, dide der.

Ev dijminayî meriv şaş nake, lê ecêb e. Ecêb e çunkî, kesên vê dikin hewl didin ku zimanekî Kurdewarî bi kar bînin. Jargon „Wek welatperwer xuya bikin jî, di esasê xwe de ji avkişandina ser aşê siyaseta wesayetçîyên nû pêve ti karê din nakin û bi vê metoda bi wesayet jî rewşên ku ne di berjewendîyê millet de, wek xelasîyekê ji millet re bi nîşankirin jî namînin. Cehalet û paşverûtî ya xwe jî li ser her kesî ferz dikin. Rewş wisa ye ku, tu dibê qey di vî warî de hatine wezîfedarkirin“.

Hin ji wan wek qelemşûrên kirêgirtî, kîn û nefreta sîstema wesayetçî direşînin. Êrîşên ku dikin bê hed û hesab in, bi çavsorî ne. Bêpîvanîya di êrîşê wan de, vexwendinên lînçkirinê, di dek û dolabên van de mebesta tunekirina kesayetê mixalif jî têde, ev rewşa ku ev siyasetçîyên bi wesayet têde ne bi tu awayekî din nayê binavkirin.

Belê, ev „tekoşîna netewî ye” û şerê paraztina mewzîyên di destê çînan de ye. Ev „tekoşîna netewî” şêweyê şerê herî hişk e.

Siyaseta wesayetkar dibêje; „Di şer de her rê û rêbaz mubah e“. Û li ser vî esasî, kuştin, boxtanên reşkirina kesan û bi her awayî li dij derketina xweparaztina siyasetek bi şexsîyet û bi van awa jî hemi hêz û derfetên di destê xwe de dixin dewrê.

Ji alîkî ve jî, wek xelaskerên qirnê davî şîreta li her kesî dikin. Bi metodên tehdîtkar, (wek hiqûqnenasên-hiqûqnas) dipirsin: „Hûn demokratîkbûna welêt dixwazin?“, „Hûn dixwazin pirsgirêkên heyî bi riyên demokrasîyê bên çareserkirin?“ “ Di demokrasîyê de çi heye ku di sîstema wesayeta me a nû de tinebe?“ Çi kêm e, têra çî we nake?“ „Ger hûn ji derveyî wesayeta me demokrasîyê bixwazin, çalakîyên we yên însanî jî di nav de, emê bi her derfetê êrîşî we bikin, ji bo tunekirina we emê vexwendnameyên lînçkirinê bavêjin holê, emê rê li ber derketina we a nav insanan jî asteng bikin“

Belê, ev „tekoşîna netewî ye”. Di vê tekoşînê de hûn li ku cîh digrin girîng e. Hûn êrîşî kê dikin, li dijberî kê ne girîng e. Îddîayên we çi dibin bila bibin, ji hemuyî girîngtirîn ew e ku, kirinên we bi kêrî kê tên? Karê kê hêsanî dikin?

Ezê nivîsa xwe bi hevîyekê bi dawî bînim.

Hevîya min ji Yezdanê mezin go sîstema we hilweşîne û yên di bin helweşandinê de sax mayî jî hedayet bike.

About The Author