Kurdên Tirka

Ji zû de min dixwest ez li ser vê babetê binivîsim, lê nedibû qismet. Piştî ku min nivîsa dostê xwe Dilbixwîn Dara di malpera Avesta de xwend, min got êdî bes e, divê ez lotika xwe bavêjim û kela dilê xwe hênik bikim.

Ez bawerim di warê nepewparêzîyê de ferqek pir mezin di navbera Kurdên bakur û Kurdên başûrekan de heye. Hem jî ferqek ji çiyayên Cûdî û Araratê mezintir. Em Kurdên bakur zêdetir Kurdistanî difikirin, zêdetir kezebşewitîyên Kurdistana mezin û netewparêzîya her çar parçeyên Kurdistanê ne. Ew netewparêzîya ku li cem Kurdên bakur û Kurdên rojava heye li cem Kurdên başûr nabînim. Bi qasî ku em dilxwazî û piştgirîya wan dikin, ew a me nakin. Belkî ez xelet bim, lê tiştê ku heta niha min dîtiye û dibînim ev e.

Gellek caran li kuçe û kolanên bajarên Almanyayê rastî braderên xwe yên başûrî hatime û têm. Bi taybet jî helwesta Soranekanim bala min pir dikşîne, min kûr kûr difikirîne û hêsir dikevin çavên min. Gellek caran ez bi wan re bi Kurdî axivî me lê wan bi Tirkî bersiva min daye. Tirkîya wan ji Tirkîya min xweştir, têkilîya wan a bi der û dora Tirkan re ji têkilîya Kurmancan zêdetir e. Gellek caran min bi çavê serê xwe dîtiye ku xortên Soranekanim di maça tîmên fûtbolê de formayên Tirkan li xwe kirine û sloganên “Turkîye, Turkîye” avêtine. Ew Tirkên ku karin xwîna Kurdên bakur vexwin û bi çavê Ereban li Kurdên başûr dinerin, li ber dilê wan wek şîr û şekir in. Seyranên xwe li Stenbol, Izmîr, Bodrûm û Kûşadasi dikin, pereyên xwe didin Tirkan û ew pere jî piştre dibin gule û fîşek û li bakurê Kurdistanê pê keç û xortên Kurd tên kujtin. Halbûkî di çavê Tirkan de Kurd her Kurd e, dijmin e, terorîst e, ne mirov e û Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye. Lê mixabin ew Tirkên ku dijminê riknê milletê Kurd e, di çavê piranîya Kurdekanim de wek hingiv şîrîn e.

Mesela me li ser gotina “Kurdên Tirka” bû.

Ez jî gellek caran bûme şahid ku Kurdên başûr ji Kurdên bakur re dibêjin “Kurdên Tirka”.  Gava ji min pirsîne ez ji ku me, min gotiye ez ji “bakurê Kurdistanê” me. Şaş mane û fahm nekirine. Piştre min gotiye ez ji “Kurdistana Tirkiyê” me. Lê ji wan re gotina Kurdistanê abes û heram hatiye û gotine: “Haaaaaa, tu Kurdê Tirka yî” û bi şexsîyeta min û Kurdayetîya min lîztine.

Kurdên Tirka ha!???

Kesê ku bi Kurmancîya gewrik zanibe, xweş zane bê “Kurdên Tirka” tê çi mane û wateyê. Tê çi wateyê hûn zanin?

Kurdên ji kîrê Tirka! Yan jî Kurdên ji dola Tirka!

Belê, di Kurmancî de maneya “Kurdên Tirka” rasterast tê wateya “Kurdên ji kîrê Tirka”.

Birastî ez ecêbmayî û matmayî dimînim. Gelo hikûmeta başûrekanim di warê netewparêzî û di warê Kurdistanîbûnê de qet tiştek nedaye milletê xwe? Qey di dibistan û zanîngehên başûr de qet behsa Kurd û Kurdistanê nayê kirin? Qey siyasetmedar, zimanzan, kadir û rêveberên dezgehên başûr qet behsa Kurdên parçeyên din ji xelkê xwe re nakin? Ev çi rezaletî û şorba nîskê ye?

Kurdên Tirka ha!??

Kurdên ji kîrê Tirka!

Kurdên ji dola Tirka!

Ê başe kaka, gelo ku em ji we re bêjin “Kurdên Ereba” wê çi bê bîra we, yan wê bi we xweş bê?

Çima ne Kurdên bakurê Kurdistanê, Kurdên Kurdistana Tirkiyê, lê Kurdên Tirka?

Werhasilî kelam…

Ez bi xwe Kurdê Kurdistanê me canekem. Ne Kurdê Tirka me, ne jî ji dola heramzadeya me. Kî xwe wek Kurdên Tirka yan Kurdên Ereba dibîne nizanim, lê serok Mistefa Barzanî xweş gotiye û rast gotiye:

Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike!

About The Author

12 thoughts on “Kurdên Tirka

  1. Ew gotınén han dı dılé mınde bubun derd u kul.mın jı dıxwest careki lı ser wé mıjari rawestım.çend lotıkén bé iman bavéjım …welhasılı kelam te ramanén serémın lıwır réz kırıne..desté te sax u tu saxtır..

  2. Hahooo, em u tirkên bê namus gidîîî. Ê min li sed u yek ejdadê wan tirkên qunek kirooo. Temam qerdashim, ji niha u pê va em bibên Sorekanên Tirkan u xelas, cher be xwe li tirkan germ kirine babam.

  3. Dest xwes bê rebî. Bi rastî ez bi xwe jî gelik caran rastî vê gotinê hatime û ji van kurdên me ên Basûr mayime hacêbmayî. Yek mînê matmayî ku cawa gelik ji van kurdên me heta niha xwe nas nekirine û ji rastîya Kurdistanê her dûr mane. Bahwer bikin ji wan û pê de ti kurdên din ji me re nabêjin û negotine „Kurdên Tirka“. Qey ev jî heqceyîya me ye, ango bersiva hewqas tahb û alîkarîya ku kurdên besên din bi di ber wan de kirîye. Ji bo gelika ji wan kurdên besên din sax bin mirî bin qet ne xweme. Tistê ji bo wan pêwîst ewe ku ew azad bûne û hew. Nabêjin ku wele vaye birayên wan jî li percên din hê jî di bin tengasîyê de ne. Gelo kê ji we heta niha dîtîye ku kurdên Basûr ji bo kurdên besên din ên Kurdistanê mesek li dar xistine an jî alîkarîyek kirine? Lê di rojên teng de hemi kurdên din ji bo wan kirine. Gerek vê bas bînin bîra xwe.

  4. Ez bawerim giraniya ba§uri a li Avrupa jiyani dikitin saddamperestin.u havadari tirkin.pewiste brèz mesrur barzani canekan birva nekit.

  5. Ji ber ku gelekên wan bê hişmendiya kurdayetiyê dijîn, mixabin. Aşiqê (bi erebî) tirka ne.
    Dema li cem tirkan (û hin biyaniyên din) bixebitin, bi sor kirina tirkan(ew jî bingeha ji faşîstiya tirkan û bi hev re xebatkirina tirkan ya bi îstîxbarata Ewropî re) başûrekan sor dikin, har dikin û dikin neyarê bakuriyan…. Ewropî û tirk bi hev re dixebitin û dixwazin kurdan bi her awayê bihelînin.
    Demînê bi li wan didin girtin(şartlandiriyorlar!). Ji ber hinek ji başûrekan (hinek lê wek hejmar/serî gelek in) wek hin bakuriyan netewperweriyê nizanin.
    Ji yên ku dizanin re silav û hezkirina Kurdewarî û bijî lotikxane. Divê başûrekan jî lotikxaneyê bixwînin! Lewra cihê kurdhezînê ye…. ))

    Bijî KURD, KURDÎ û KURDISTAN ji bo heta hetayî….

  6. Dest xwesh!!
    dema ku ez rasta vê gotinê têm, ez dibêjim; na kere!! ez ne Kurdê Tirka me, ez Kurdê Kurda me!!!!!!

  7. Di salên 1980-yî de kurdên Binxetê jî ji me re digotin’kurdên tirka‘. Ji sebeb ew xwe kurdên Îraqê û Surî dibînin, me jî wekakurdên Tirkiyê (tirka) binav dikin.

  8. kekê kemal te dilê me rihet kir wela eji ji ber van gotinan gelek bêzar bibum.lê mixabin gelê meyi basur ma wê cawa bi kurdiya latini bi xwüne.
    belê berê gotine bila hindik bila ya min be ev ji hineke nêzikatiya kurdên meyi basure welatin mixabin.

  9. Birasti ev sixefa ha „kurde tirka“, ji aliye jinek kurde rojava jiminre hat gotin. Dinya li ber çave min reş bu, hema min çave xwe girt u deve xwe vekir. Çi hate ber deve min jere got. Hema hema hema min ji wek nivisandina te ev gotin jere şirove kir.Jinik mat mayi ma, hew zanibu çi beje u çawa leborina xwe bixwaze.

  10. bram ez l gel kurden rojava kar dkm ez bejm wana hin kurdet kurdistane ne bele ew daim dbejn am kurdet suriye ne u to ye eraqe yi ez bejm wana beri 100 sala dawleta sury u eraq nebo u bapiret me kurdet kurdistane bon hon bxwe dbejn xwe kurdet suri u turka wela we em ji krne kurdet eraqe

  11. Ew hemu derewin u xilas. Ma ne ji xwe kurden bakur xwe firotine tirkan. Soran bejin kurde tirka chiye. Ne tiste.Cawa mn de ji bi tirkiya xwe we kurden tirkane.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.