Bûyerên Sûrîyê Tirk ji mêranî xistine

Bûyer û serhildanên li Sûrîyê xewnên rayedarên dewleta Tirk diherimînin û wan ji mêranî dixin. Ne ku Tirk aşiqî bejn û bala Beşar Esed in ha, na. Tirsa wan ji wê ye ku dîktatorîya malbata Esed hilweşe û di encama hilweşandinê de Kurdên Sûrîyê jî wek Kurdên başûr bibin desthilatdar û federasyonê bi dest xin. Ji ber vê jî rayedarên Tirk qasid li ser qasidan dişînin cem Beşarko, aqil didin wî û dixwazin ku Beşarko dest bi hinek reforman bike ku qaşo aramî çêbibe û Kurd nebin xwedîyê tiştekî. Sedema herî mezin a ku Wezîrê Derve Ahmet Davutoglû çû Şamê yek jê ev bû.

Di vê derbarê de rojnamevan Husnu Mahallî, ragihand ku tirsa dewleta Tirk ji vê ye ku elewî û sunnî şerê hev bikin û Kurd jî ji vî şerî îstîfade bikin û mafên xwe bi dest xin.

Rojnamevanê têgihiştî Husnu Mahallî, dibêje ku „Gava di navbera elewî û suniyan de pevçûnek derkeve û bibe şerekî navxweyî, bike neke wê Kurd ji vê yekê sûdê wergirin û îhtîmalek heye ku li Surîyê desthilatdarekê pêk bînin. Desthilatdarek bi vî awayî ji bo Tirkîyê sedema fikaran e. Ji ber ku desthilatdarek Kurdewar ya li Surîyê, wê bandorê li ser parçeyên din jî bike. Ji ber ku ev herêm cîranê Kurdên Tirkîyê, Îran û Iraqê ye. Hebûna PKKê ya li vir jî Tirkiyê dixe nava fikaran. Lewma Tirkiye naxwaze tabloyek bi vî rengî bibîne.“û daye lotikan.

Ez serê we neêşînim, li başûrê Kurdistanê lotikek bêîman li Tirkan ket û Kurd bûn xwedî federasyon. Heke li Sûrîyê jî Kurd bibin xwedîyê otonomî yan federasyonê, ez bawerim wê Tirk hew karibin herin ser doşekên jinên xwe û wê yekcarî ji mêranî bikevin.

De ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî ku hikûmeta Beşarko hilweşe, Kurd federasyonê bi dest xin û doxîn li dewleta Tirk sisto pisto bibe..

Amîn!

Stenbol

About The Author