Hay ji paraşûta Roberta hebin

Lotikvana meşhûr Roberta Mancîno hem model e û hem jî spora „base jump“ dike. Base jump cûreyek ji cûreyên xweavêtina paraşûtê ye.

Roberta Mancîno, li ezmanê heftan xwe ji balafirê davêje valahîyê û pirê caran jî şût û rût xwe davêje. Kêm jin wek wê bi cesaret û wêrek hene.

Di vê derbarê de me têkilî bi xanim Mancîno re danî û me jê xwest ku rojekê tevî paraşûta xwe bê û xwe li ser banê dîwanxana Lotikxanê deyne. Mancîno bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwar ku ewê rojekê ji bo xatirê xwendevanên eşîreta Lotikxanê şût û rût xwe ji paraşûtê bavêje û xwe li ser banê xanîyên wan deyne.

Îcar hay ji xwe û Roberta Mancîno hebin qurban. Hem bi roj û hem jî bi şev derkevin ser banê xênî û li benda Mancîno bin. Mancîno li ser banê xanîyê kê deyne weke ku lotto û toto jê re lêketiye ellawekîl. Hem hûnê bidin lotikan û hem jî wê Mancîno xanim we hînî firîn û daketina paraşûtê bike û hûn sax…

About The Author