PYD zend û bendên xwe ji bo telefizyonekê badide

Li gora agahiyên gihane destên me, hevalên PYD ê  amadekariya vekirina telefizyonekê dikin. Alhimduleh û şikir, di dawiyê de hat, lê çiqas dereng jî hatibe dîsa ya baş ku hat. De li ser xêrê be rebî û dest û milên we saxbin hevalno.

Lawo weleh çavên me qerimîbûn di rêya telefizyona rojava de, alahwekîl Kurdên rojava mîna sêwiyan çavên xwe bi van telfizyonên din ve zoq dikirin û mîna sêwiyan li xwe dinerîn.

Me digot: Gelo çima ya me tune û çima ev camêrên ku dikarin ji me re venakin.

 Îcar va wê vebe, ka vê carê wê hênceta me çibe û emê çi şêweyên rexnan peyda bikin?

Ji niha de hinê bêjin:

–    PYD wê ji xwe re veke, ne ji bo Kurda ye

–   Telfizyona  PYD ê jî ya partiya ye

Filan û fîstan

Em mîna kêzika gûgerênek li poxekî digerin ku em wan pê rexne bikin.

Ji xwe zimanê Kurdên binxetê hinekî, na na bi quran gelekî dirêj e û me quretî ji tu kesî re nehiştiye. Îcar va telfizyona me jî vedibe. Bi quran nema tu kes dikare li ser ebayê me rûnê û ji îro û pêve şûr simbêlên me nabire.

Neyse, bi saya Apociyên rojava hevalên PYD ê û partiya qerase, tiştekî me jî ket nav tiştan û pencerak me jî wê di nav penceran de vebe.

Lê ez pê dizanim ku wê vitvitk têkeve qûna hinekan û ew jî wê bixwazin telfizyonekê vekin. Hema ji qehrê PYD re jî be wê vekin.

Lê alahwekîl, tirsa min ji wê ye ku mîna mirîşkê li wan were. Hûn mesela mirîşkê dizanin?

Mirîşkê çav li hêka qazê kir got: „Çima ma çî min kêmî qazê ye ku ez jî hêka xwe mezin bikim“ û wê jî hêka xwe mezin kir. Lê mala xwe bi mezinkirina hêkê xera kir û qula xwe çirand.

Icar biraderên hêja, ez bi hêvî me mîna mirîşkê li tukesî neyê û haya we ji qûna we hebe.

Evê ku telfizyonê vedikin PYD ye, ne henek û menek in keko, hêza wan heye û maşeleh perên wan jî pir in.

Hûn jî bixebitin û gel li dora xwe kom bikin, pera bidin hev û piştir qala vekirina telfizyonan bikin ji bo em ji we behwer bikin baba.

De li ser xêrê be rebbî!

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author