Qaşo Erdoxan digot Kurdî serbest e!

Dêmekî ev hing û dinga Erdoxan û govenda demoqrasiyê ya ku em  Kurdên aliyê din digerînin, tev derew, xapandin û hîleye allah wekîl.

Û  her wiha jî bi sê telaqên bê fitû, vegera Apê Kemal jî tiştekî bê wate ye li ber dek û dolabên AKP ê û dewleta virqo yên ku li serê me digerîne.

Kuro lawo em li kenalên Kurdî yên li Tirkiyê vebûne dinerin, em dibêjin: Tirkiye bûye buhar û kes tune qîvara bixwe. Em li karê hikûmeta Erdoxan û şerê li dijî Kurdan yê eskerî û siyasî dinerin, em dibêjin: Wey xwezî bi dêlika Çîlerê.

Axir, em vegerin ser mijara xwe ya esasî û lotika xwe.

Serbestiya çi û ziqûma çi?

Gava ku nehêlin dayîka me Saîbe Çeçan û kalo Sadiq Çeçan bi Kurdî bi kurê xwe yê girtî re xeber bidin, icar serbestî li ku ma û ziqûm li ku ma Erdoxan Efendî?

Bi xêra vê meha Remezana pîroz, tiştê ku Erdoxan dike tev xapandin, fen û fût in. Mêro wek wan mitirb û qereçîyên Nisêbînê bi şev li defê û bi roj jî li zirnê dixe. TRT6 a wî ji sibê heta êvarî qîr dike Kurdî, lê ji alîyê din Kurdî li Kurdan qedexe dike. Kuro oxlim, hey melkemot di vê heyva Remezxanê de ruhê te stendo, ka demokrasî û rêdana demokratîk ha?

Lê ez ji tiştekî tenê aciz dibim ku van Erebên qûnreş xwe bi benê Erdoxan berdidin bîrê û bahweriya xwe pê tînin ku Erdoxan wê bibe Mihdiyê Ereban. Erê wey, hûn li benda Erdoxan bin hûnê gelek payîzan di bin destên yên mîna Esed û Qezafî de bibînin.

Lê bi sê telaqên bê fitû, ku meriv di nîvê rê de jî xwe nas bike baş e. Ez vê ji bo me dibêjim biraderên qedirgiran.

Îcar şîretek ji bo xwedê ji bo apê Kemal Burkay: Mamo, tu çûyî û min tiştek ji te re negot, min got belkî apê Kemal çêtir dizane û ew rewşa Erdoxan baş dibîne û dizane. Lê bi dîn û îman, tiştê ez dibînim ev e ku agir ketiye firazê  û genimê hatî çinînê jî  li ber şewatê ye.

Îca şîreta min ji bo apê Kemal ku rêya vegera xwe vekirî bihêle û nehêle ku ji nişka ve Erdoxan destê xwe têxe xenaqa wî û wî jî bifetisîne.

Nanê van heramzadên Tirkan li ser kaba wa ye û ji wan were wê Kurdan bixwin û narîn.

Lê xwedê gerîlla ji ser serê van dolheraman kêm neke û qewetê bide birayê me yên Qendîlê ku tola me li erdê nehêlin.

Bêjin amîîîîînnnnnnn!

Hûn dikarin bixwînin:

http://www.welat.org/haber-Ka-Erdogan-digot-kurd-serbest-e-2869/

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author