Kêf kêfa Bengî efendî ye

Belê, li Kurdistanê dê weledê xwe davêjin, dewleta Tirko ha ha Kurd û Kurdistanê bombebaran dike, lê hinek wekîlên me kêfa li ser kêfê dikin û ne xema xirrê wan e. Helbet jiyanek xweş mafê her Kurdekî ye. Lê ku ew kes wekîlê Kurdan be û li ser navê Kurdan xwedî gotin be, divê di dema îro de hinekî kezeba wî bişewite û kêfa xwe ya şexsî ji bo demekê deyne alîyekî.

Werhasilî kelam, wekîlê BDP Bengî Yildiz (ku di meydanan de wek pilingan dida pêşîya xelkê), li metropolên Tirkiyê kêfa li ser kêfê dike û zarokên me jî li serê çiyê dibin hedefên bombeyên dewleta Tirk. Li şûna ku di vê dema şer û germ de wekîlên BDP li hol û meydanên şer û tekoşînê bin, ciwamêr û ciwanikan li ber behrê ne, dixwin û vedixwin û kêfa Tirkan li me tînin.

Ez serê we neêşînim, xuyaye wek mirîşka gêj li wekîlên me yên BDP hatiye. Ji ber nikarin siyasetek serbixwe bimeşînin û helwestek bi îrade deynin holê, devê wan maye ji hev û li benda ayetên Qendîl û Îmralîyê ne. Ê helbet wê kekê me Bengî Yildiz jî li ber behr û deryayên bajarên Tirkiyê li kêfa xwe binere, yan na? Ma rebeno bi serê xwe nikare şoreşê bike. Wê li kêfa xwe binere heta go çend ayet ji ezmanê heftan jê re bên û dîsa bibe pizot û agir.

Ê de kêfa te pîroz be cîgerim!

Ji kerema xwe ji dêvla me jî çend îskan meyxoşê vexwe qurban…

Bodrûm

About The Author